Erzingan - Kanzaya zêran herifî, gelek kes di bin de ne
Li navçeya Îliçê ya Erzinganê li kanzaya zêran hez li erdê ket, gelek kes di bin de man.

Li kanzaya zêran a li gundê Çoplerê yê navçeya Îliçê hez li axê ket.
Li ser agahdarkirinê gelek tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.
Li ser îhtîmala kesên ku di bin axê de mabin hene tîman li cihê bûyerê xebatên lêgerin û rizgarkirinê dan destpêkirin.
Parêzgarê Erzinganê Hamza Aydogdu çû cihê bûyerê û got:
“Kesên di binê axê de mane hene hene, hejmar ne diyar e. Xebatên me yên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin.”
Nûvekirina herî dawî: 18:09:32