Helebce - Gule li 3 ciwanan hat reşandin: 2 kes hatin kuştin
Li parêzgeha Helebceyê gule li 3 ciwanan hat reşandin, 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

aymeqamê Helebceyê Simko Salar ji ajansa Rûdawê re got, "Di bûyerê de ji bilî kuştina du kesan, kesekî din jî birîndar bûye."
Berdevkê Birêvebiriya Polîsê Helebceyê Akam Mihemed ji Rûdawê re got, "Qurbanî ji bo Nexweşxaneya Lezgîn a Helebceyê hatine veguhestin, em lêkolînê dikin û dê zanyariyên zêdetir belav bikin.”
Bûyer berbanga îro saet di 03:00an de li taxa Fermanberan a Helebceyê pêk hat.
Birêvebiriya Polîsê Helebceyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û got: "Du kesên bi navên (B. C. F.) yê 20 salî û (Ş. M. A.) hatine kuştin. Her wiha kesê bi navê (P. M. T.) yê 31 salî jî birîndar bûye."
Birêvebiriya Polîsê Helebceyê amaje pê kir ku derbarê bûyerê de 2 tometbar hatine desteserkirin û dê li gorî madeya 406an a taybet bi kuştinê sewqî dadgehê bên kirin.
Nûçegihana Rûdawê Sazgar Salihê jî got, "Temenê her du ciwanên ku hatine kuştin di navbera 18 û 20 saliyê de ye."
Sazgar Salihê eşkere kir ku bûyer li ber deriyê mala wan ciwanan çêbûye û ew di dema li ber deriyê mala xwe rûniştîne hatine kuştin.
Nûvekirina herî dawî: 13:21:00