Îran- Di êrîşa li dijî perestgehekê de herî kêm 13 kes mirin

Li eyaleta Şîraz a Îranê di êrîşa li dijî perestgehekê de herî kêm 13 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.

27 Cotmeh 2022 - 02:33
27 Cotmeh 2022 - 02:33
 0
Îran- Di êrîşa li dijî perestgehekê de herî kêm 13 kes mirin

Medyaya herêmî ya Îranê ragihandiye ku di êrîşa li ser Perestgeha Şahçerax a Şîrazê de herî kêm 13 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku 3 kes beşdarî êrîşê bûne û gule li xelkê reşandine.

Li gorî Wezareta Navxwe ya Îranê kesên ku gulebaran kirine ser bi girûpeke îslamî ya tundrew in û hêzên ewlehiyê gotine ku wan du kes ji wan girtine û li yê sêyem digerin.

Her wiha rêxistina terorist DAÎŞ ew êriş girt liser xwe.

Ev nûçe bi tevahî 734 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:59:56