Li Amed'ê li hember avahiya Partiya DEVA êriş pêkhat

Piştî ku Şaxa Partiya DEVA ya Licêya Amed'ê rastî êrîşekê hat Serokê Partiya DEVA yê Şaxa Amed Cîhan Ulsen bi daxuyeniyekê ev êrîş şermezar kir.

8 Mijdar 2022 - 14:22
8 Mijdar 2022 - 14:22
 0
Li Amed'ê li hember avahiya Partiya DEVA êriş pêkhat

Serokê Şaxa Amedê yê Partiya DEVA Cîhan Ulsen da zanîn bi molotofê êrîşî Şaxa Partiya DEVA ya navçeya Licê hatiye kirin.

Cîhan Ulsen bang kir ku divê demildest êrîşkar werin girtin. Ulsen da zanîn ku di êrîşê de zirar gihaye avahiya partiyê û agir bi avahiyê ketiye û piştî welatiyên di çayxanê de runiştine agir dibînin, mudaxale dikin û ditemirînin.

Ulsen amaje kir ku êrîşa li avahiya wan hatî kirin di heman demê de êrîşa li dijî demokrasiyê ye û ew vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.

Cîhan Ulsen got, ew li bendê ne ku hêzên ewlekariyê êrîşkaran peyda bikin û derxînin dadgehê.

Ev nûçe bi tevahî 643 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:29:26