Li Colemêrgê 30 kes hatin binçavkirin
Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê di encama operasyonekê, herî kêm 30 kes hatin binçavkirin.

Li gor nûçeya ajansekê nêzikê HDPê, li bajarê Colemêrgê hêzên ewlekariyê operasyon kirine û avîtine ser malan, di encama operasyonê de herî kêm 30 kes bi tohmeta endamtî û bangeşekirina PKKê hatine binçavkirin.
Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê ev çar roj in li dijî endam û alîgirên HDPê li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyonan dikin û li gor zanyariyan zêdetir ji 100 kesî hatine binçavkirin.
Nûvekirina herî dawî: 04:06:34