Ehmed Şer: Me ewlehiya Siwêdayê radestî hêzên herêmî kir

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer diyar kir ku wan ewlehiya parêzgeha Siwêdayê radestî hêzên herêmî yên Durziyan kiriye.

17 Tîrmeh 2025 - 11:26
17 Tîrmeh 2025 - 11:26
 0
Ehmed Şer: Me ewlehiya Siwêdayê radestî hêzên herêmî kir

Li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê ji 13ê Tîrmehê ve di navbera eşîrên Ereb ên Bedewî û Durziyan de şer û pevçûnên dijwar derketin.

Hikûmeta Şamê piştî gurbûna bûyeran hêzên ewlehiyê şandin Siwêdayê lê di navbera hêzên Şamê û Durziyan de jî şer û pevçûnan rû da.

Lê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê piştî êrişên balafirên şer ên Îsraîlê ji bajarê Siwêdayê vedikişin.

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li ser van bûyeran vîdeoyek belav kir û got:

“Gelê Sûriyeyê bi qurbanîdanên xwe ji bo azadî û rûmetê serkeftinên mezin bi dest xistine.”

Wî diyar kir ku ew li hemberî hewldanên Îsraîlê yên ji bo “têkdana aramiyê û çandina fitneyê disekinin.”

Şer her wiha bal kişand ser bûyerên li parêzgeha Siwêdayê û rola navbeynkariya Amerîka, welatên Ereban û Tirkiyeyê ya di rawestandina aloziyan de û got:

"Di nava van bûyerên ku li welatê me yê ezîz diqewimin de, ez dibînim ku erkekî niştimanî ye ku ez van gotinan wekî peyamekê ji dil ji vî gelî re bibêjim, gelê ku her dem li hemberî zehmetiyan rawestiyaye û ti carî ji prensîbên xwe yên sabit bi paş ve gav neavêtiye."

"Îsraîl hewl dide Sûriyeyê bike qada kaosê"

Serokkomarê Sûriyeyê Îsraîl tometbar kir ku hewl dide Sûriyeyê bike qada kaosê û wiha axivî:

"Rejîma Îsraîlê ku her dem armanca wê têkdana aramiya me û çandina fitneyê bûye, niha careke din hewl dide ku axa me ya pîroz veguherîne qadeke bêserûber a kaosê.

Armanca wê ji vê yekê ew e ku yekîtiya gelê me têk bide û şiyana me ya ji bo pêşveçûna di rêya jinûveavakirinê de lawaz bike."

Şer amaje pê kir ku Sûriyeyiyan di dîroka xwe ya dirêj de “her cure cudabûn û dabeşbûn red kirine” û li pey çû:

"Xwedîbûna hêzeke mezin, serkeftinê misoger nake. Dibe ku tu karibî şer dest pê bikî lê ne hêsan e ku tu encamên wê kontrol bikî.

Em zarokên vê axê ne û em dikarin hemû hewldanên Îsraîlê yên ji bo perçekirina me têk bibin."

Banga Yekîtiya Niştimanî

Şer tekezî li ser yekîtiya gelê Sûriyeyê kir û got: "Em zarokên Sûriyeyê baş dizanin kî hewl dide me bikişîne nav şer û kî hewl dide me parçe bike.

Em dê derfetê nedin wan ku gelê me bixin nav şerekî ku ew dixwazin li ser axa me gut bikin."

Wî her wiha destnîşan kir ku dewleta Sûriyeyê dewleta her kesî ye û ji bo jinûveavakirinê divê hemû gel li dora dewletê bicive û berjewendiya welat li ser her berjewendiyeke kesane an sînordar re bigire.

Peyam ji Durziyên Siwêdayê re

Serokkomarê Sûriyeyê bi taybetî behsa rewşa Durziyên li Siwêdayê kir û wiha peyivî:

"Ez bi taybetî di vê gotara xwe de xîtabî xelkê me yê Durzî dikim ku ew beşeke resen a vî welatî ne.

Sûriye dê ti carî nebe cihê dabeşbûnê û çandina fitneyê. Em tekez dikin ku parastina maf û azadiyên we yek ji pêşengiyên me ye."

Şer eşkere kir ku dewleta Sûriyeyê bi hemû saziyên xwe hewl daye ku şerê navxweyî yê li Siwêdayê di navbera komên çekdar de rawestîne.

Li gorî Ehmed Şer, “hinek komên derqanûnî ku ji aliyê derve ve hatine handan (teşwîqkirin)” hewl daye rewşê aloztir bikin.

Rola navbeynkaran û biryara dawî

Ehmed Şer da zanîn ku eger navbeynkariya Amerîka, welatên Ereban û Tirkiyeyê nebûya, dê rewş ber bi şerekî vekirî bi Îsraîlê re biçûya û li pey çû:

"Me berjewendiya Sûriyeyiyan li ser kaos û wêraniyê girt. Ji ber vê yekê, me biryar da ku em hinek komên çekdar ên herêmî û şêxên eqlî bi berpirsyariya parastina ewlehiya li Siwêdayê erkdar bikin."

Serokkomarê Sûriyeyê di dawiya gotara xwe de soza hesabpirsînê ji wan kesan da ku wan zerer gihandiye xelkê Durzî û tekez kir ku “parastina yekîtî û aramiya welat” armanca wan a sereke ye.