Li Erzînganê erdhej çêbû

Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê îro di demjimêrên serê sibehê de bi hêza 4 pile erdhejek çêbû.

9 Hezîran 2023 - 03:53
9 Hezîran 2023 - 03:53
 0
Li Erzînganê erdhej çêbû

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihandiye, îro Înê 9ê Hezîrana 2023an li navçeya Mansî ya ser Erzînganê ve di demjimêr 04:49 xûlekan de erdhejek çêbûye.

Li gor AFADê, hêza erdhejê 4 pileyê Rîxter û kûrahiya wê 16.52 kîlometre di bin erdê de bûye.

Li gor zanyariyan di encama erdhejê de ti zirar çênebûne.

Duh li Dîlok û Meletiyê jî erdhej çêbûbûn.

Li gor AFADê, erdheja li Dîlokê li navçeya Îslahiyeyê bûye û bi hêza 3.7 pileyê Rîxter û di kûrahiya 13.13 kîlometriya erdê de bûye.

Resedxaneya Kandilliyê ya ser bi Zanîngeha Bogazicî ya Stenbolê ve jî ragihandibû, erdhejek bi hêza 3.2 pileyê Rîxter li navçeya Yavuzlar-Erende ya Meletiyê çêbûye.

Li gor heman çavkaniyê, erdhej di kûrahiya 4.6 kîlometriya erdê de çêbûye.

Ev nûçe bi tevahî 800 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:11:12