Yapicioglu: Maddeyên destûrê yên nayên guhertin, îpotekkirina îradeya nifşên dahatû ye
Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglu diyar kir: “Xetên sor ên her kesî bila di berîkê de bimîne. Dema xetên sor datînin ser maseyê, em nikarin werin cem hev û destûra bingehîn çêkin.''

Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglu diyar kir: “Xetên sor ên her kesî bila di berîkê de bimîne. Dema xetên sor datînin ser maseyê, em nikarin werin cem hev û destûra bingehîn çêkin.”
Zekeriya Yapicioglu ragihand, ew ji bo ku destûreke sivîl diyarî welat bikin, çi ji destê wan were dê bikin û got: “Xetên sor ên her kesî bila di berîkê de bimîne. Dema xetên sor datînin ser maseyê, em nikarin werin cem hev û destûra bingehîn çêkin.”
Yapicioglu diyar kir, her çiqas destûrên ku heta niha hatine çêkirin, ji bo serdema xwe ya amadekirinê gelek baş xuya bikin jî, bi derbasbûna demê, ev rewş dibe ku biguhere.
Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglu destnîşan kir, dema ku di destûrê de "maddeyên ku nayên guhertin" hebin, ev tê wê wateyê ku nifşên bê jî nikarin wan maddeyan biguherînin û got: “Ev yek korixkirina îradeya nifşên dahatû ye.”
Nûvekirina herî dawî: 07:06:26