Li Erzinganê ji ber barana zêde lehî rabû

Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû û rê xanî û axûr di bin avê de man.

10 Hezîran 2022 - 04:08
10 Hezîran 2022 - 04:08
 0
Li Erzinganê ji ber barana zêde lehî rabû

Li gor agahiyan li parêzgeha Erzinganê di demjimêrên êvarî de barana ku destpêkiriye bûye sedema lehiyê û li navenda bajêr çend kolan di bin avê de mane û çûnûhatin rawestiyaye. Herwiha li Taxa Kurutilek û gundê Başpinarê jî hejmareke xanî û axûr ji ber ava kanalê bi ser ketiye di bin avê de mane.

Li navenda bajêr tîmên girêdayî şaredariyê û saziyên giştî bi armanca vekirina rêyên ku ji ber avê hatine girtin bi makîneyan kar û xebata xwe berdewam dikin.

Her wiha li gor agahiyan Parêzgarê Erzinganê jî bi armanca lêkolînê hatiye cihê bûyerê

Ev nûçe bi tevahî 1003 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:07:02