Kanada: Êrîşa ser Hewlêrê nayê qebûlkirin
Derbarê êrîşa drona bombekirî ya şeva borî ya ser Hewlêrê, Ofîsa Balyozxaneya Kanada ya li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

Ofîsa Balyozxaneya Kanada ya li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew êrîşa ser Hewlêrê şermezar dikin û ev êrîş nayê qebûlkirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, bi mebest be yan ne bi mebest be, êrîşa ser Hewlêrê nayê qebûlkirin û divê encamderên wê rûbirûyî yasayê bibin.
Şeva borî bi droneke bombekirî rêya sereke ya Hewlêr Pîrmam hat armanckirin û di encamê de tevî birîndarbûna sê welatiyan, zirareke mezin a maddî gihîşt otomobîlên welatiyan, vê êrîşê karvedanên tund ên navxwe û navdewletî li pey xwe anîn.
Nûvekirina herî dawî: 07:06:28