Li Erzinganê termê welatiyekî Îranî di kanala avê de hat dîtin

Li Parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê termê şivanekî welatiyê Îranê di kanaleke avê de hat dîtin.

17 Gulan 2023 - 06:58
17 Gulan 2023 - 06:58
 0
Li Erzinganê termê welatiyekî Îranî di kanala avê de hat dîtin

Li gundê Kismikor ser bi parêzgeha Erzinganê, welatiyekî Îranî yê bi navê Bahrî Hajipourkhalkalou yê 39 salî ku şivaniya pezê kesê bi navê T.G dikir, doh 16ê Gulanê demjimêrên êvarî xwediyê pez piştî agahî jê wernegirtin, aliyên pêwendîdar agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê Cendirme û tîmên AFADê li navçeyê dest bi lêgerînê kirin. Piştî xebateke du demjimêran termê Bahrî Hajipourkhalkalou di kanala ava bendavê de hat dîtin.

Tê gotin, termê şivanê ku welatiyê Îranê ye şandine morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzinganê.

Ev nûçe bi tevahî 653 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:21:12