Li Mêrdînê mînîbusa xwendekaran wergeriya: 14 birîndar

Li navçeya Mehsertê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbusa xwendekaran qeza kir, di encamê de 13 ji wan xwendekar, 14 kes birîndar bûn.

24 Sibat 2023 - 02:56
24 Sibat 2023 - 02:56
 0
Li Mêrdînê mînîbusa xwendekaran wergeriya: 14 birîndar

Bûyer danê êvarê li navçeya Mehsertê ya ser bi Mêrdînê rûda, ku mînîbusa xwendekaran ji rê derket û qeza kir.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û cendirmeyan gihîştin cihê bûyerê. Di bûyerê de 13 ji wan xwendekar, 14 kes birîndar bûn.

Xwendekarên bi navê Baran O., Akin O., Muhammed O., Muhammed B., Gîzem D., Harun O., Seda A., Îrfan K., Ramazan E., Berat G., Hamza O., Elîf O., Beytullah D. ve Hasan Y. bi ambulansan bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku derbarê qezayê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 871 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:42:29