Li Rihayê ji ber erd şer derket: 7 birîndar

Li navçeya Girê Sor a Rihayê ji ber erd di navbera du mlabatan de şer derket û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

22 Gulan 2023 - 04:51
22 Gulan 2023 - 04:51
 0
Li Rihayê ji ber erd şer derket: 7 birîndar

Li Taxa Gurakarê du malbatên ji ber erd şer kirin bi kevir û daran li hev xistin û çek bi kar anîn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û ekîbên tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di şer de Yakup A, Hamza A, Mehmet A, Îsmail A, Galîp K, Huseyîn K. û Huseyin K. birîndar bûn.

Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Girê Sor hatin veguhestin.

Hat ragihandin rewşa hin birîndaran giran e, ew birin nexweşxaneyên li Rihayê.

Cendirmeyan li taxê û nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê hildane.

Ev nûçe bi tevahî 461 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:50:25