Li Şirnexê ji bo heftiyekî her cure çalakî hatin qedexe kirin

Parêzgariya bajarê Şirnex a Bakurê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji bo 7 rojan qedexeya her cûre çalakiyên derveyî bernameyên fermî hatiye ragihandin.

14 Berfanbar 2022 - 03:20
14 Berfanbar 2022 - 03:20
 0
Li Şirnexê ji bo heftiyekî her cure çalakî hatin qedexe kirin

Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku her cûre çalakî, meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, merasîm, konser, mîting, vekirina stand û çadiran, belavkirina broşuran, merasîmên cenazeyan ên qelebalix û çalakiyên wekî wan heta 14ê Kanûnê ji bo 7 rojan hatine qedexekirin.

Herwiha hat ragihandin ku qedexe ji bo hemû navçeyên sînorên bajarê Şirnexê hatiye danîn ku hinceta qedexeyê nehat zelalkirin.

Ev nûçe bi tevahî 516 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:51:45