Otomobîla Berpirsê Liqê 22 ê PDKê li Kelarê teqiya

Otomobîla Berpirsê Liqê 22 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro danê li ber deriyê mala wî li bajarokê Kelarê yê ser bi Îdareya Germiyanê ve teqiya û di encamê de birîndar bû.

15 Tîrmeh 2024 - 09:25
15 Tîrmeh 2024 - 09:25
 0
Otomobîla Berpirsê Liqê 22 ê PDKê li Kelarê teqiya

Otomobîla Berpirsê Liqê 22 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro danê li ber deriyê mala wî li bajarokê Kelarê yê ser bi Îdareya Germiyanê ve teqiya û di encamê de birîndar bû.

Perpirsê liqê 22 yê PDKê Ekrem Salih dema ku bi niyaz bû biçe ser karê xwe, otombêla wî teqiya û ew bi sivikî birîndar bû.

Diyar kir jî, di encama teqînê de cam û deriyên malê jî zirar dîtin, piştî vemirandina agir, hêzên ewlehiyê û polîs hatin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin.

Li gorî şahidekî ku cîranê Ekrem Salih e, dengê teqînê bihêz bû û ziyan gihîştiye mala wî û çend malên derdorê jî.

 

Ev nûçe bi tevahî 604 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:26:59