Omer Çelîk: Erdogan dê li ser qonaxên piştî danîna çekan biaxive
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku di pêvajoya çareseriyê de ew gihiştine qonaxeke krîtîk û da zanîn ku piştî danîna çekan Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan dê "axaftineke dîrokî" bike û behsa qonaxên piştî danîna çekan bike.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk 10ê Tîrmeha 2025an beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û li ser pêvajoya çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê axivî.
Çelîk amaje bi wê yekê kir ku ew di pêvajoyê de gihiştine qonaxeke girîng û got, “Roja înê dê gaveke pratîkî bê avêtin û dê li Silêmaniyê komeke PKKyê çekan deyne.”
Berdevkê AK Partiyê li ser naveroka daxuyaniya Erdogan jî got, “Eger ev pêvajoya çekdanînê pêk were, Serokkomarê me dê roja şemiyê axaftina xwe ya yekem derbarê rewşa heyî û tiştên ku li pêşiya me ne bike.
Ew dê axaftinek berfireh û kûr be. Bi rastî, ew dê axaftineke dîrokî be."
Tê payîn ku komek gerîla îro wekî nîşaneya niyetpakiyê li bajarê Silêmaniyê çekên xwe deyne.
Çelîk: Divê HSD û PJAK jî çekan deynin
Berdevkê AK Partiyê diyar kir ku divê HSD û PJAK jî çekan deynin û wiha got:
"Mijara bêçekkirin û fesixkirinê di sê kategoriyên serekî de dibe mijar.
Ev sê kategorî jî avahiya PKKyê ya li Îraqê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û PYD li Sûriyeyê û avahiya PJAKê ya li Îranê ne.
Her wiha di çarçoveya KCKyê de, ew beşa ku li Tirkiyeyê, li Ewropayê û li cihên din di asta îlegal de ji aliyê îdeolojîk û darayî ve hatiye birêxistinkirin heye.
Pêwîst e ev pêvajo bi tevahî bi dawî bibe û bigihêje encamê."