Platforma Ked û Demokrasiyê serdana Hereketa Azadî kir

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê serdana Hereketa Azadî kir û piştgiriya xwe ji bo Hereketa Azadî nîşan da ku ji ber Alaya Kurdistanê polîsan avêtibû ser avahiya hereketê.

23 Berfanbar 2022 - 08:10
23 Berfanbar 2022 - 08:10
 0  604
Platforma Ked û Demokrasiyê serdana Hereketa Azadî kir

Piştgiriyên sazî û rêxistinên kurdan ên hember serdegirtinên polîsan ên bi sedema Alaya Kurdistanê didomin.

Di vê çarçoveyê de Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê serdana Hereketa Azadî kir ku sekreterê Giştî Yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî bi sedema ku Alaya Kurdistanê bi avahiya xwe ve kiribû hatibû binçavkirin û paşê serbest hatibû berdan.

Di serdanê de Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî pêşwaziya endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê kir.

Metîn Pîranî amaje kir ew keyfxweş in ku partî, rêxistin û saziyên kurdan bi boneya xwedîlêderketina nirxên hevpar ên neteweyî tên cem hev û yekîtiyê nîşan didin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî anî zimên ku girîng e di rojên wisa de rêxistinên kurdan xwedî li hev derbikevin û helwestek hevpar nîşan bidin.

Ev nûçe bi tevahî 604 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:09:42