PWK: Birîna Kurdên Êzidî birîna hemû Kurd û Kurdistaniyan e
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) got, “Birîna Kurdên Êzidî birîna hemû Kurd û Kurdistaniyan e ji bo pêçandina birîna Kurdên Êzdî pêwîstî bi bernameyeke taybet heye.”

PWK bi minasebeta 11emîn salvegera Komkujiya Şingalê peyamek belav kir û got:
“Birîna jenosîda Şingalê ya xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî birîneke kûr e û ev birîna hemû Kurd û Kurdistaniyan e.
Heta niha jî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî di destên DAIŞa hov de ne û çarenivîsa wan ne diyar e.
“Kurdên Êzidî nikarin vegerin cih û warên xwe”
Heta niha jî piranîya gelê me yê Êzidî ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarin vegerin cih û warên xwe.
Divê parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê ji bo pêçandina vê birîna kûr û dijwar a xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî bernameyeke taybet amade bikin û bi cih bînin.
“Bila Neteweyên Yekbûyî jenosîda Kurdên Êzidî qebûl bike”
Em bangî Netewên Yekbûyî dikin ku vê komkujî û jenosîda Kurdên Êzidî bi awayî fermî qebûl bike.
Di salvegera 11mîn a jenosîd û komkujiya Şingalê ya xwişk û birayên me Kurdên Êzidî, em rêxistina hov û terorîst DAIŞê û hemû piştgirên wan careke din şermezar û rûreş dikin.
Em di salvegera 11mîn a jenosîda Şingalê de, hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bibîr tînin, em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xwiş û birayên me yên Kurdên Êzidî ne.”
Nûvekirina herî dawî: 14:45:09