Rojhilatê Kurdistanê; Di bûyereke trafîkê de 2 kes mirin

Li Rojhilatê Kurdistanê li ser rêya Sine- Merîwanê mînîbusek wergeriya û di encamê de 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

25 Gulan 2023 - 08:29
25 Gulan 2023 - 08:29
 0
Rojhilatê Kurdistanê; Di bûyereke trafîkê de 2 kes mirin

Ew mînîbus ji gundê Sofiyanê ber bi bajarê Sineyê ve diçû, lê piştî demekê wergeriya.

Di qezayê de 2 welatiyan canên xwe ji dest dan û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Serokê Hawarçûnê û Bûyeran ê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Sineyê, Riza Pîra ragihandiye, piştî ku ew ji bûyerê agahdar bûne, wan 5 ambulans ber bi cihê bûyerê ve şandine.

Riza Pîra gotiye, destpêkê di bûyerê de 6 birîndar hebûne, ku yek ji wan berî gihîştina ambulansan û tîmên tendirustiyê canê xwe ji dest daye, kesekî din jî di rêya veguhastina bo nexweşxaneyê de miriye.

Fermandarê Polîsên Rêyan ê Parêzgeha Sineyê Îsa Gewherî jî ragihandiye, li gorî lêkolînên destpêkê, ji ber leza zêde kontrola mînîbusê ji destê şofêr derketiye û bûye sedema qezayê.

Her sal hejmareke zêde ya welatiyan di bûyerên trafîkê de li parêzgeha Sineyê jiyana xwe ji dest didin.

Ev nûçe bi tevahî 869 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:04:38