Şandên YNK û PDKê li Bexdayê dicivin

Şanda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku serdana Bexdayê kiriye, berî destpêkirina civîn û hevdîtinên xwe bi aliyên iraqî re, dê li gel şanda PDKê ku 2 roj e li Bexdayê ye, bicive.

23 Gulan 2018 - 04:45
23 Gulan 2018 - 04:45
 0
Şandên YNK û PDKê li Bexdayê dicivin

Berpirsê Ragihandinê ya Polîtboruya YNKê, Karwan Yarweys ku tevî şanda partiya xwe serdana Bexdayê kiriye, di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Îro Çarşemî 23ê Gulanê, şanda YNKê li Bexdayê beriya destpêkirina hevdîtin û civînên xwe yên fermî, li gel şanda PDKê dicive.”

Bi gotina Karwan Yarweys, şanda YNKê îro li Bexdayê serdana her yek ji Muqteda Sedir, Heyder Ebadî, Nûrî Malikî û Hadî Amirî dike.

Yarweys herwiha diyar kir, ku sibê Pênşemiyê jî şanda YNKê dê serdana Emar Hekîm, Usame Nucêyfî û çend alî û kesayetên din ên iraqî bike.

Şanda YNKê bi serokatiya Mela Bextiyar û bi endamîtiya her yek ji Rizgar Elî, Xalîd Şuwanî, Firyad Ruwandizî û Seidûn Feylî, ji bo encamdana gotûbêjên li gel aliyên iraqî yên derbarê pêkanîna hikûmeta nû de, gihîşte bajarê Bexdayê.

Çûna şanda YNKê bo Bexdayê di demekê de ye, ku ji doh Sêşemiyê ve şandeke payebilind a PDKê bi serokatiya Fazil Mîranî bi heman mebestê li Bexdayê ye û heta niha çendîn hevdîtin bi aliyên serkevtî yên hilbijartinên 12ê Gulanê re encam dane.

Ev nûçe bi tevahî 918 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:57:46