Di tevgerên bakurê kurdistanê de lêpirsîn!!!!
Heger em li tevgerên bakurê Kurdistanê binêrin em ê bibînin di piraniya partî, rêxistin û tevgerên heyî de xala lêpirsînê tuneye. Kuştine an rakirine da ku kes ji kesan hesap nepirsin.
Heger di partî, tevger û rêxistinan de lêpirsin tunebe, ewên di demeke nêzde têk here û êdî wê qîmet û rûmeta wan partî û tevgeran nemîne. Endam û rêvebirên wan kî/ê çi bixwazin dê wê bikin û ev ê jî bibe sedema hilweşandina wan ku îro rewşa piraniya partî, tevger û rêxistinên heyî ev e.
Di partî, rêxistin û tegerên bakurê kurdistanê de îro lêpirsîn qet nemaye an bi zanetî dane kuştinê. Rakirine da ku kes hesab ji kesan nepirse. Ji ber ku wan sal mezinên îro li tevger û partiyan vedigerin, bêtirîn wan gunehkar in, sûcdarin, bi karên nebaş ve miijûl bûne. Gelekan ji wan bi kêf û şahiyên xwe ve mijûl bûne. Loma ji bona kes ji kesan tiştên berê nepirsin ev xal rakirina da ku hevdu îdare bikin.
Min xwest vê jî vekim da ku çawa û çima xala lêpirsînê di nava tevger û partiyên heyîde nema ye.
Bala xwe bidinê berpirs ji bona tê rexnekirin an li ser hin kêmanî û nebaşiyên wî tê rawestandin, bê ku xwe biparêze yek ser emirê kuştina ew kesê ku leşker û polîsên tirkan nikarîbûn bikuşta, dide.
Çekdarekî xwe wazîfedar dike û ew çekdar jî bi çek dihare mala wî da ku wî bikuje. Lê plan têk dihare ew bûyer pêk nayê. Lê kîn û nefreta wî berpirsî tu caran daneketiye û danekev e. Ji ber ku yên kiryar û bûyerên wî yê sexsî kirine dizane, hê li jiyanê ye. Loma bi tirse ku rojekê wana bê eşkerekirinê. Çi demê firsetê bibîne wê ji wê biryara xwe gavan bi şûnda navêje.
Rojekê endamekî an berpirsekî ji wî kesê bi çek dihare mala wî kesê ku leşker û polîsên tirkan nikarîbû bikuştina, napirsin. Tê çawa ew bikuşta? Tu dev ji pirsê berde wan herdu kesan bêtir rutbe (xelata mezinbûnê) girtin û niha ji herkesan bêtir têne hezkirin. Yek hê jî berpirse ê din jî weke berê ye.
Ew hê jî berpirse. Hin ji endamên tevgar û partiya wî vê dizanin, lê rojekê pirseke weha jê nakin. Kesekî ji wan rojekê jê nepirsine gelo te çima û çawa ew biryar da_ Ji bilî vê pirsê rutbeya wî hê bilind bû û endamên wî qîmet û rûmeta wî zêdetir kirine. Yanî ev tê wê wateyê ku kî hevalekî xwe bikuje bi qîmet dibe. Ev jî dibe sedema kuştina endaman ya navxweyî.
Camêrekî din ji roja hatiye ewropa, hemî mirovên xwe yek bi yek li ser navê wê partiya ew bi xwe rêvebirê wê bû, anîn ewropa. Wan kesên wî anîne ewropa yek jî niha ne endamê partî an tevgera ew bi xwe ye ku hê jî weke berpirsekî ye. Heta gelek ji wan mirovên wî anîbûn, gelekan perên baş jî didan pkk ê. Lê rojekê kesekî nepirsî ev çi hal e? Nabêjin: Te ew anîna temam, lê çima peran didin pkk???
Camêr weke rêvebirekî ye, zavayê wî tirk û bûka wî tirk e. Kesek nikare bipirse û bêje ma gelo ev çawa dibe? Napirsin û nabêjin gelo sibê wê nebiyên te yên tirk û kurd çawa şerê hev bikin? Lê fêm nakin ku ew bi xwe bûye tirk. Lê weke kurdekî qîmetê didinê.
Ji ber ku her yek ji wan bi karekî ji bona berjewendiya xwe mijûl in û wê jî bi navê welatparêzî û partiyê dikin. Loma yek newêre ji yê din hesab bipirse an bêje tu çima weha dike? Lê hê jî berpirsin. Hemî sûcdarin, gunehkarin, loma yek newêre doza lêpirsînê li yên din bike.
Gelek camêran di hatina xwe ya ewropa de dev ji rêxistina xwe berdan, rojên li gel partiyekê û tevgerekê bûn. Ji karê siyasî bêtir karê xwe ê şexsî dikirin. Zarokên xwe hemî dane xwendin, niha hemî bi karên mezin ve mijû in. Lê îro bûne sal mezin temenê wan bi ser 65an ketiye. Bi tena xwe maye. Loma niha xwe ji karê siyasî re amade dike(!) Dibe endam û rêvebir, ji nû de mezinbûna xwe dide pêş, lê kes lênapirse ma tu heta niha li bû ku piştî ewqas nexweşiyên te rûdane, temenê te hindik maye, tê ji niha û pêde bikaribe çi bike? napirsin.
Çima lêpirsîn rakirine?
Ji ber niha kesên di bin konê partiyekê de, di tevger an rêxistinekê de hemiyan di dema xwe de gelek guneh kirine. Pere xwarina, karê gemarî kirine, ji hev re gotinên ne di cih de gotine. Lê çi ecêbe ku îro piraniya wan ji ber berjewendiyên xwe ê şexsê hatine ba hev.
Hatina ba hev, helbet baş e. Lê yek nikare lêpirsîna ê din bike, ji ber ku yekî paqij di nava wan de nemaye. Ji ber vê ye ku hemî li gel hev, ji bona qelema kesên durust bidin rawestandin xwedî yek helwest in. Yanî van camêrana ne ji bona welat azad bikin, ji bona hevdu paqij bikin hatine ba hev. Ez weha difikirim.
Divê em baş bizanibin ku êdî ji bona azadî û serxebûna bakurê kurdisanê bi berpirsiyariya sal mezinan nabe. Piraniya wan nexweş in. Hin fizîkî û hin jî nefsî, loma hatina kesên weha ba hev ji bona berjewendiyên sexsî ye. Ji wan dipirsim gelo ev hatina we ya ba hev ji bona azadiya Kurdistanê ye, ya ji bona paqijkirina gemara we ye???
Heger ne weha be, gelo çima zarokên xwe fêrî siyasetê nakin û çima zarokên wan ne li ba wan in? Gelo çima zarokên xwe ji siyasetê dûr dixin? Ma qey nizanin ku siberoja miletekî ciwanin, heger ciwan tune be wê tevger çawa tevbigere? Baş dizanin lê zarokên xwe kirine xwedî karên baş. Gelek ji wan ticareta navneteweyî dikin. Piraniya wan dewlemend in. Lê ji siyaseta kurdî dûr in.
Îro li piraniya partî, rêxistin û tevgerên bakurê Kurdistanê binerin hûnê zarokên yek ji berkpirsê wan di nava tevgera azadîxwaz nebînin. Piştî 5-10 salan emê hemî bimrin gelo wê kî/ê wê ala ji bona azadiya gel rakin???
Di nivîsa bê de çareserî çi ye û divê çi be…
Nivîs didome…
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.