Bi rastî jî anîna van navan ya li ba hev sosret e, loma doza lêborînê dikim ku min sernivîsa xwe weha danî. Danî da ku em bikaribin hinekî vê vekin û bi qasî têgihiştin û zanîna xwe ji bona kesên ku wê qet fêm nekin, rewşê zelal bikin. Ez ê zelal bikim lê wî dîsa jî fêm nekin. Ji ber ku wana ketina nava mengana ku pkk wan dihêrin.
Min û gelek canik û camêrin din, me her nivîsî ye gotiye ku pkk xwedî wê armanc û hedefa ji bona ji holê rakirina Barzaniyan û wêrankirina Kurdistanê ye. Ji ber ku dema em dîrokê dixwînin û dibînin ku tim her çar dagirkerên me jî ji bona tunekirina Barzaniyan xwedî yek helwest bûne.
Dema pkk ji teref dewleta kûr ya tirkan ve hate damezrandin, çend xalên girîng,, weke rapor xistin destê wê da ku ew wana pêk bînin.
Çi bûn wana? em bi hevre lê binêrin.
Pkk damezrandin da ku tevgerên bakurê Kurdistanê yên Kurdistanî ji holê rakin. Ji ber ku piştî salên 1970ê pêla şoreşger û welatparêzên kurd ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê roj bi roj geş û berfireh dibû. Ev nedihat hesabê dewletê.
Pkk damezrandin, ji bona ku ew bi hemî helwestên xwe ê qirêj, li ser daxwaza dagirkeran Barzaniyan ji holê rake. Ji ber ku ji roja Barzaniyan dest avêtin şoreşa ji bona azadiiya gelê kurd. Ji wê rojê de ye ku her çar dagirkerên me li dij wan in da ku wan tune bikin. Lê nikarîbûn û wê her di vê helwesta xwe de bifetisin.
Pkk damezrandin ji ber ku nedihat hesabê wan ku ciwanên kurd bi mesela xwe ya neteweyî bihesin an fêr bin. Fêrbûna vê jî wê biba serxwebûna kurdistanê, ji bona pêşî li vê bigirin ew damezrandin û weke tevgereke kurdan be, xistin piyase welatparêz û şoreşgeran.
Pkk damezrandin, xwestin li ser destê wê bakurê kurdistanê tar û mar bikin, serokekî zilamên xwe bikin serokê kurdan û kes nikaribin li hember wî derkevin ji bona ew jî li gor xwe û li ser asasê hêjayiyên kurdan têk bibe, kar bike.
Pkk damezrandin bona kurd dîroka xwe nas nekiin, ji kêmanî û şaşiyên di wê de pêk hatibûn nebînin, hemî dîrok kirin ku weke ji Evdila destpêkirî ye.
Pkk damezrandin; ji bona halkirin û têkbirina tevgerên welatparêz yên bakurê kurdistanê têk bibe ango tune bikirina. PIştî vê jî êdî dorê bihata perçên din. Loma dagirkeran bi hemî îmkan û piştgiriyên xwe xwestin pkk bikin yekem partî weke ya kurdan be, lê ya wan bû.
Dagirkeran bi xwe medyayek gelekî bi hêz, xurt û xwedî îmkanên mezin ji pkk re xuliqaniin, ji bona ew di warê medya de jî, şerê tevgerên welatparêz yên kurdan bike. Bi saya wê medya xwe ya li ser asasê derewan hatibû avakirin ku propagandayên ne rast binivîsînin rojname û kovar li ser navê pkkê derxistin. Ji bona kurd derewên wan bixwînin, ji bona kurd bi guhên xwe bibihîzin û bi çavên xwe bibînin Televizyonek ji wan re vekirin da ku derewekê deh caran bêjin ku ew bibe rastî.
Pkk jî heta niha hemî kar û xizmetên xwe li ser daxwaza tunekirina kurdan, têkbirana mejiyên wan karê xwe baş kirî ye û dike.
Lê di nava hesabên dagirkeran de azadiya başûrê kurdistanê tune bû, dema li vir azadî pêk hat gelek hesabên wan têk çû. Loma êdî xwestin pkk şerê wan jî bike, pkk ew jî kir lê bi serneket dê tu caran bi ser jî nekeve.
Îjar çi kirin?
Xwestin bi rêya medya dewletê ku ji wan re amade kirî ye, bi derew û boxtanan li hember Barzaniyan rawestin, şerê wan î medyatîk bikin û kirin, lê dîsa bi serneketin.
Bi ser nakevin ji ber ku Barzanî êdî ne heyşt eşîr in. Weke tê zanîn Barzaniyan konferderasyona eşîrên welatparêz bi navê Barzan amade pêk anîbûn. Û piştî vê avakrinê û heta roja îro her çar dagirker li dijî wan şer dikin. Loma niha Barzanî ne heyşt eşîr in, 50 milyon in Ji nava wî 50 milyonê ên pkk derxin, dîsa têra xwe hene.
Lê pkk û dagirkerên xwediyê wan niha dibînin ku Barzanî wê dewletek serbixwe ragihînin, bi şer û pevçûnan nikarin bi Barzaniyan êdî dixwaziin bi medya xwe Barzaniyên pêşkêşiya gelê xwe dikin, bi derew û boxtanan wan kêm bike.LÊ dîsa bi ser nakevin.
Pkk ya bi saya medya dagirkeran ji wan re amade kirî ye her dixwazin bêjin ku sermiyanê Barzaniyan 50 milyar dolar e. Lê weke di karê xwe de jêhatîne ew 50 milyon kurd dikin dolar, yanî bi ferqeq bi çûk û dereweke mezin ew û xalanên xwe li ser kar in.
Berê jî gelek caran weha gotibûn, kesan bawer nekiribûn, niha dîsa dixwazin vê derewa xwe têxin piyasa xwe ya li ser asasê derewan.
Miletê kurd êdî ne yên berî 50 salan e, êdî bi zimanê xwe dixwînin, perwerde dibîn, xweşî û rehetiya ku di nava azadiya xwe de jiyanê dibînin. Loma êdî kî çi bikin jî ew kesên li welatê xwe bi azadî dijîn wê tu caran dev ji wê azadî û rêberên xwe Barzaniya bernedin.
Barzanî û PDK ji roja tekoşîna azadiya Kurdistanê kirine û heta niha daxwaza wan ew bû ku kurdan bikin xwedî dewleta wan.
Pkk û Evdila jî ji roja derketine û heta roja îro ji bona her çar perçên kurdistanê têk bibin û sînorên dagirkeran biparêzin hene.
Divê êdî kurd vê ferqê bibînin û bibin xwedî helwest. Ji ber ku Barzanî xwedîtiyê li 50 milyon kurdan dike pkk jî dixwazin vê weke dolar rê bidin. Lê êdî diz û xwediyê malê bi hev hesiyan in. Kurd jî hişyar û li ser nigann in…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.