Barzaniyan çi kirin?

Lê divê em ji bîr nekin ku M.Mistafa Barzaniyê nemir, qehremanekî welatê xwe, rêberekî gelê xwe bû. Lewra jî hin taybetmendiyên wî ji rêber û qehremanên me yên din cûda bû. Kesî bi qasî wî dijminê xwe nasnekiribûn. Lewra li gor vê nasînê wî rêbazek ji bona gelê xwe daniye.

Bube Eser

27.11.2017, Pts | 08:33

Barzaniyan çi kirin?
Nêrîn Belav bike

Hûn ya rastî bixwazin, heger ne ji eşîreta ango konfederasyona Barzaniyan û bi taybetê ne ji Barzanî bana, niha zûde doza Kurd û Kurdistanê, li ser destê xwefiroş û xaînên kurdan de têk çûba. Ev bû zêdeyî sed salane ku ji bona doza gelê kurd têk nere Barzaniyan şerê azadiya gelê xwe kirine û dikin. Hê jî ji bona serxwebûna Kurdistanê tekoşîna gelê xwe didin. Ji bona vê armancê xwe feda dikin, da ku Kurdistan bighêje hedefa xwe ango Kurdistaneke serbixwe diyarî gelê xwe bikin.

Divê em her qehremanekî gelê xwe di dilê xwe de bi cih bikin. Çi yên mirî û çi yên zîndî xwedî li wan derkevin. Wan biparêzin. Ji ber ku qehreman û rêber zû bi zû dernakevin, peyda nabin. Lewra divê em yên bûna cangorî tim bi bîr bînin û xwedî li yên hê di nava me de ne û ji bona gelê xwe dijîn, derkevin.

Bawer bikin yên heta niha çi serkêşiya gelê me kirine, çi rêber û mezinên me hebûn û hene divê em tim wan zîndî bikin. Xwedî li ked û qehremaniya wan derkevin. Rê û rêbazên wan, ruhê tekoşîna wan, ji xwe re bikin rehber. Di rêya ji bona azadiya gelê xwe de gelek, wêrek û mêrxasan ji bona doza gelê wan têk nere xwe feda kirine. Divê em wan ji bîr nekin.Lê…

Lê divê em ji bîr nekin ku M.Mistafa Barzaniyê nemir, qehremanekî welatê xwe, rêberekî gelê xwe bû. Lewra jî hin taybetmendiyên wî ji rêber û qehremanên me yên din cûda bû. Kesî bi qasî wî dijminê xwe nasnekiribûn. Lewra li gor vê nasînê wî rêbazek ji bona gelê xwe daniye.

Divê kurd jî vê rêbazê fêr bibin da ku bidin ser şopa wî. Şopa wî neteweyî ye, şopî wî weke hevî ye. Şopî wî rêbaza kurdan e. Rêbaza wî kurd û Kurdistanî ye.Çi dema û li kîjan perçî Kurd li gor vê tevbigerin, wê bi karibin welatê xwe ango perçên din jî ji bin nîrê dagirkeran azad bikin.

Pêwîst e em baş bizanibin û fêr bibin ku heger ne bi gulleya ewil ya bêdengiya kurdan rakir, heger ne ji wê şoreşa îlonê ba (1961), dibû ku ji wê demê de kurd nemabana.

Heger ne ji şoreşa gulanê (1975) ya ku şikil şemala dewletbûnê di serê her kurdekî de bi cih kiribû ba, dibû ku îro kurdan behsa Kurdistaneke serbixwe nekirina. Loma ez dibêjim;

Miletekî bê rêbaz, zehmet e ku bikaribe xwe ji bin destê dagirkeran bi rehetî azad bike. Dagirker har û hov in. Dagirker qatilê gelê me ne. Dagirker bi hevre û li gel hev ji bona tunekrina kurdan tevdigerin. Dagirker xwedî hêz û qawet in. Lewra pêwîst e ku em kurd jî li hember hemî zordarî û dagirkeriya dijmin hêza xwe bikin yek, bibin yek qawet, bibin xwedî nerîneke neteweyî da ku em bikaribin bi serkevin…

Kurd di bin destê çar dagirker û hevalbendên wan de her tekoşîna azadiya xwe didin, dane û wê hê jî bidin. Lê ji bilî başûrê kurdistanê perçên din di çi rewşê de ne, diyar e. .Azadî û serxwebûna Kurdistanê ne rehet e. Ji ber ku dagirkeran tim jî hevalbendên xwe ji nava me derxistine, gelek ji kurdan û hin ji partiyên kurdan kirine hevalbendên xwe. Wan xurt û bi çek dikin da ku kurd xwe bi xwe şerê hevdu bikin. Aha ev e ya zehmet ku îro em weke miletekê êşa wê dikşînin.

Îro hemî dagirkerên me û hin ji dewletên din li ser serê me agir pêxistine, ji bona vemirandina vî agirî Barzaniyan tim destê xwe şewitandine da ku welat neşewite.

Loma divê em jî xwe li gor rêbaza Barzanî bi rêxistinî bikin û doza gelê xwe ya ji bona man û nemanê, tekoşînê bidin. Azadiya perçeyekî tariya li ser perçên din radike. Azadiya perçeyekî rehetî û serbestiyê ji perçên din re tîne.

Ji ber vê ye divê hemî kurd, îro ji bona serxwebûna başûrê Kurdistanê bi hevre, dest bi dest, mil bi mil kar û xebatê bikin. Weke brêz Mesud Barzanî gotibû: ”Gundekî serbixwe ji welatekî bindest baştir e”.

Pêwîst e ku em agahdar bin, şiyar bin û ji bona parastina destkeftiyên başûrê Kurdistanê, li ser nigabin. Ji ber ku rewşa başûrê kurdistanê qedera perçên din jî diyar dike. Ê ji bona vê jî ev sed salin ên berxwe didin Barzanî ne. Ê niha jî dixwazin ji bona me Kurdistaneke serbixwe ragihîne dîsa Barzanî ne.

Ji bona Barzanî doza gelê Kurd dikin û kirine têne hezkirin. Kar û xebatên wan yên bi salan, armancî û berxwedanên wan hemî jî ji bona Kurdistaneke serbixwe ye. Aha Barzanî ev kirine û vê dikin. Loma divê em îro vê nerînê, vê rêbazê xurt bikin da ku hemî perçên din bighêjin azadiya xwe.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
6595 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:17:11

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x