Her çiqasî tê zanî û gelek ji me dizanin ku pkk ji ku hatiye, çawa hatiyie û ji bona çi hatiye. Lê dîsa jî ez bi xwe pêwîstî dibînim ku hin her li ser wê binivîsîne û bêje ku ew baş bê nasîn, zanîn û xelkê me baş tê bighêjin ku pkk ji ku hat û çawa hat. Ji bona çi hat heta niha çi kir û dike.
Helbet pkk ji Ankarayê hat û xweş jî anîn ango dane meşandin û bi rêvebiriyek tam li gor dilê dagirkerên tirkan hemû karê xwe dike da ku Kurdistaneke azad û serbixwe pêk neyê.
Çima pkk anîn ango danîn?
Baş tê zanîn ku di destpêka salên 1960î de tevgera kurdan ya ku piştî qetilkirin, wêrankirin û komkujiya Dersîmê (1938) bê dengiyak mezin, tirs û xofek bê hempa ketibû nav kurdên me yên bakurê kurdistanê. Vê tirs û xofê heta dawiya salên 60î ajot.
Di welatekî de, di nava gel û xelkekî de bêdengiya heta hetanî tune ye. Ê me kurdên bakur jî ev bû. Wê tirs û xofa hebû heta dawiya salên 60î ajot piştî wê hêdî hêdî dîsa tevger û rêxistinên kurdan serê xwe hildan da ku gelê xwe ji bin zilm û zodariya dagirkerên tirkan de xilas bikin.
Di dawiya salên 60î heta sala 1980ê rêxistin û tevgerên kurdan ya ku ji xwendevanan destpê kiribû roj bi roj geş, xurt û bi hêz dibû. Meseleya neteweyî yê, kurd û kurdistaniyê xwe di mejiyê kurdan de bi cih dikir. Rêxistin û tevgerên kurdan ji nava xwendevanan, ji nava bajaran xwe berra nava gundan karkeran dida.
Vê pêşveçûyinê ruhiyeteke neteweyî mejiyakî kurdewarî bi xelkê re çê dikir. Ev mejî ev ruhiyet jî ew zanîn dida kurdan da ku xwe ji bindestiyê azad bike û welatê xwe ji bin destê dagirkeran xilas bike.
Vê pêşveçûyinê tirs û xofa ji ser kurdan rakiribû, îcar xiste dil û mejî tirkan. Loma wan jî dît ku bê çawa tevgera gelê kurd roj bi roj, saet bi saet bi pêşve dihare. Vê pêşveçûyinê tirs û xofa wan mezin kir.
Tirkan weha bawer kir ku Kurdistanê vê carê ji destê wan xilas bibe. Loma li hev rûniştin, bi hev şêwirîn da ku çawa pêşiya tevgera kurdan bigire. Tê gihiştin ku ew êdî weke berê nema dikarin bi qirkirin û wêrankiriya raste rast kurdan biqedîne.
Her weha şert û mercên piştî salên 60î jî hatibûn guherîn. Li gor vê karbidestên tirkan bi hevre biryar girtin da ku rêxistinekê li ser navê gelê Kurd ava bikin da ku bi saya vê, tevgera kurdan ya neteweyî têk bibin.
Li gor vê pkk damezrandin û di damezrandina wê de bi slogan û şîarên ku bi salan bû kurd li bendê bûn ajotin nava gel. Di warê aborî de xurt kirin, di warê leşkerî de bi hêz kirin û bi vê hêzê xwestin ku dest bi şoreşa bê wext lê bi sloganên mezin şoreşek di bingeha xwe de tunekrina kurdan bû, bikin. Weha jî kirin.
PKK çawa dest bi şer kir û niha li ku ye tê dîtin û zanîn. Loma ez li ser vê nasekinim. Lê dizanim ku ew pkk ya ku ji Ankarayê hatibû û ket nava gel daxwaz û armanca wê ne azadkirina gel lê têk birina wî bû.
Di destpêkê de ev baş nehat fêm kirin ango ji ber wê zilm û zordariya dijmin ev nehat fêmkirin. Ji ber vê bû ku ew projeya karbidestên tirkan ji pkk re amade kiribû, li gor dem û zemên ew pêk anîn. Hê jî tînin û heta ev hêz û piştgiriya wan hebe wê bikin.
Ji ber vê ye ku ez dibêjim; çi çû? Ma çi neçû. Welat wêran bû. Xelk perîşan bû. Tevgereke ku bi wêrekî derkeve nehiştin.
Çi hat. Kemalîzm hat. Ew Kemalîzma ku qira gelê me anîbû bi kurdan şêrîn kirin. Biratiya tirk û kurdan anîn. Anîn û xwestin bêjin; du bira heya heya nikarin hev bikujin. Hezkirina tirkan bi kurdan dane qebûlkirin, welatê tirkan bi kurdan şêrîntir kirin. Malwêranî anîn, qirkirina milet anîn wêrankirina welêt anîn. Kê ev kir?
Helbet bi saya serê pkk ev bû. Tirkan di vê dema ku li cîhanê her tişt hateyî guherîn, nikarîbûn weke berê rast e rast kurdan bikuje. Bajar û gundên wan bi ser serê wan de hilweşîne. Loma pkk ya ji Ankareyê hatibû kirin sedem û her tişt li gor dilê xwe kirin, hêjî dikin û wê heta ku rewşa me û rêxistinên me ev be wê bikin jî.
Çareserî? Di nivîsa bê de…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.