Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK???

Kurdistaneke serbixwe wê ruhê, şoreşên kurdan yên li bakur, başûr,rojhilat û rojavayê kurdistanê geş bike, wê tola serok û hemû rêberên kurdan hilîne û wan ji nû de bi bîr bîne û bide zanîn ku encama xebatên wan gihişt armanca xwe.

Bube Eser

25.12.2016, Paz | 09:11

Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK???
Nêrîn Belav bike

Çima Kurdistaneke serbixwe? Ji ber ku kurdistaneke ser bixwe wê ji nû de ruhiyeta kurdî di mejiyê kurdan û kurdistaniyan de ji nûde bide kurdan da ku kurd xwedî li welatê xwe derkevin.

Çima Kurdistaneke serbixwe? Ji ber ku wê ew mejiyê kurdan ku hema hema tu nemaye ji kurdbûnê dûr û ji kurdistanê birevin li wan vegerîne. Wê ev kurdistana serbixwe ji nû de hin kurdan bike kurd da ku welatê xwe biparêzin berjwendiya welatê xwe di ser her tiştekî re bigirin.

Çima Kurdistaneke serbixwe? Ji ber vê ye ku wê kurdan bide nasîn, kî dost û kî dijmine. Wê bide zanîn ku di welatê xwe ê azad jiyandin çi ye, çi tamê û hêjayiyê dide.

Çima Kurdistaneke serbixwe? Ji ber wê ye ku ew kurdên di qada navneteweyî de mirîne, zindî bike. Wê êdî li seranserê cîhanê kurdên bêne nasîn û zanîn ku ew kîne, nebiyê kêne.

Çima Kurdistaneke serbixwe? Ji ber ku wê kurdan fêrî berjewendiya gelemperî bike da ku ji ya şexsî dûr bikevin û ya neteweyî biparêzin.

Belê yanî bi kurtasî wê kurdistaneke azad û serbixwe her tiştekî bide kurdan û êdî wê kurdan ji xulamtiya Ereb, Ecem û ji ya Tirkan xilas bike.

Loma divê kurd vê şansa niha ku li başûrê kurdistanê ketiye dest bernedin, xweditiyê lê bikin, ji bona bibe dewleteke serbixwe çi lazim be divê hemû kurd wê bikin. Ev şansa kurdan ya talî ye loma divê kurd lingên xwe li vê nedin.

Ji ber vê ye ku divê hemû kurdên kurdistanê, xelkê li ser erda kurdistanê dijîn û yên li seranserê cîhanê divê hêz û qaweta xwe bikin yek da ku ked û xebatên wan, tenê ji bona kurdistaneke serbixwe be. Ji ber ku hebûn û nebûna kurdan, xelk û kêmneteweyên li ser vî erdî dijîn, di kurdistaneke serbixwe de derbas di be.

Kurdistaneke serbixwe wê ruhê, şoreşên kurdan yên li bakur, başûr,rojhilat û rojavayê kurdistanê geş bike, wê tola serok û hemû rêberên kurdan hilîne û wan ji nû de bi bîr bîne û bide zanîn ku encama xebatên wan gihişt armanca xwe.

Çima Kurdistaneke serbixwe? Ji ber ku wê piştî gelek serîhildan û şoreşên gelê kurd yên li hemberî dagirkeran ku têk çûbûn wejîne, wan bi bîr bîne û bi vê yekê êdî kurd dê mezinên xwe, serok û rêberên xwe yên ji bona kurdistaneke serbixwe xwîna xwe rijandine, di vê rêyêde bûna cangorî bide nasin.

Ji ber vê ye ku çareserkirina hemû problem, êş û derdên kurdan di kurdistaneke serbixwe de derbas dibe. Ji bona kurd vê rojê nebînin, dagirkeran tim kar û haziriyên xwe kirine, dikin û wê bikin da ku kurd wê haziriya şahiya ku ji bona kurdistaneke serbixwe li dar nexin çi ji destên wan tê dikin, kirine û wê bikin.

Niha jî dagirkerên welatê me li ser vê bi hevre ji nûde ketin nav tevgerekê û vê tevgerê bi saya hin kurdan baş digerînin.

Ji ber ku kurdan tim gotine û dibêjin: ”Kurmê darê ne ji darê be nikare bi darê”- Ji ber vê ye ku niha tirsa kurdan ya herî mezin ev e.

Dijmin weha kirî ye ku kurdan bi destê kurdan ji welatê wî diqewirîne, welatê wan xerab û wêran dike. Dijmin rêxistineke weha damezrandiye ku alîkariya hemû dagirkeran li gor dilê wan dimeşîne û rêvebiriya vê her hinan xwe li ba hin dagirkeran bi cih kirine.

Niha jî ev rêxistin ango pkk ji bona kurdistaneke azad demokrat û serbixwe li başûrê Kurdistanê çê nebe çi ji destê wê tê ji bona dagirkeran dike.

Li rojavayê kurdistan çi malwêranî hebû anîn serê kurdan, malên wan bi ser serê wan de hilweşandin. Kurd ji erda wan qewirand û kirin penaber. Kobanê û gelek bajarên din xistin çi halî diyar e.

Li rojhilata kurdistanê dema pdk-î xwestin şerî azadiya gelê xwe bikin, pkkê kemîn li pêş pêşmergeyên wan vedan, hin ji wan kuştin da ku pdk-î ji dest ji şerê li hemberî îranê berdin.

Bi vê nesekinîn, li bakur jî bi saya kolandina çalan (xendek) ku kurdan têde bifetisînin, bakurê kurdistanê jî li gor dilê dijminê kurdan kirin. Tenê bi saya wan çalan 8000 kurd bûne qurban. Gelek bajar û bajarok wêran bûn. Lê heta niha tu kes û rêxistinan ev hesab nepirsîn ku van kurdana ji bona çi bûne qurban û çima, ji ber çi ewqasî bajar hatin wêrankirin û xerabkirin. Bi wê jî nehatin ser.

Niha eşkereye ku li başûrê kurdsitanê, Kurdistaneke serbixwe li ber derî ye. Lê ji bona wir serxwebûna xwe ranegihînin çi ji wan tê wê dikin. Ev kirin jî hemû li gor plan û projeyên dagirkeran dikin. Sedem?

Sedem ew e ku şerekî nû yê qirêj di nava kurdan de bixuliqînin da ku ji nûde kurd şerê hev bikin û di vî şerî de kurd bi destê kurdan bêne kuştin, da ku kurdistaneke serbixwe ranegihînin.

Ev ê çi bîne, bi vê wê bixwazin dijminatiya nava kurdan xurt bikin, kurdên bakur û başûrê kurdistanê bikin dijminê hev da ku kurdên bakurê kurdistanê piştgiriya kurdistaneke serbixwe nekin.

Niha tirsek mezin heye ku pkk vê bide destpêkirin. Loma jî bi saya hêz û qaweta dagirkeran ketiye şengalê û nexwaze ji wir derkeve. Heta ew li wir be jî dê başûrê kurdistanê nikaribe bibe dewleteke serbixwe. Aha mesele pkk ev e ku dewleteke kurdan ya serbixwe çê nebe. Ji xwe rêvebirên wê hemû vê bi eşkereyî dibêjin û diparêzin.

Niha dê çi bibe, bi zorê ya jî bi rehetî divê pkk şengel û qandilê biterkîne da ku kurdistana serbixwe bê ragihandin û şerê kurdkuştinê ji nûde nebe. Ji ber ku ev qanûneke navneteweyî ye ku ji bona tu bibe deweleteke serbixwe divê tu bikaribe sînorê xwe biparêze û xwedî li erda xwe derkeve. Ya na kes wî mafî nade te.

Îro ew maf ew qeder ketiye destê dewletên mezin û navneteweyî ew jî li gor qanûnên hene dê tevbigerin, ev qanûn jî ev e ku divê tu bikaribe erda xwe, sînorên xwe biparêze. Heger te neparast tu nikare dewleta xwe ya serbixwe jî ragihîne. Çare?

Çare ew e ku divê pkk bê şer û aloziyan xwe ji nav û li ser erda başûrê Kurdistanê vekşîne. Heger xwe venekşîne divê bêne vekşandin. Heger ev nebe kurd wê tu kurdistaneke serbixwe û azad jî nebînin. Ev ewqasî zelal e.

Nivîsa xwe bi gotina serok Barzanî diqedînim: ”Gundekî azad û serbixwe, ji welatekî bindest û kolonî baştir e”. (Mesud Barzanî)

Têbinî: Bi hêviya sala 2017 bibe sala Kurdistaneke azad û serbixwe. Li gor vê hêviyê ez dibêjim; bila sala nû li hemû kurdan karger û karmendên malpera Nerîna azad pîroz be. Bi hêviya ku em ê di sala 2017an de malpera Nerîna Azad bi kurdiyeke xweş, delal û zelal jî bixwînin. Heta ku kurd xwe ji tirkan ziman û hemû hêjayiyên wan dûr nexin zehmete ku bakurê kurdistanê azad bibe. Nivîs jî hinekî dirêj bû li min bibuhurin. 25-12-2016

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
9545 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:37:06

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x