Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye?

Meseleyên kurd û kurdistanê yên ji bona azadiya kurdan, hemî şolî kirine, li bakurê kurdistanê siyaset qirêj kirine, nahêlin û naxwazin ji bilî dengê wan tu dengekî din derkev e.

Bube Eser

09.05.2019, Per | 13:30

Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye?
Nêrîn Belav bike

Hûn ya rastî bixwazin, mirov ne dikare ku behsa Apo neke. Ji roja tirkan ango dewleta kûr ya tirkan ew perwerde kirî ye û kir serokê hin kurdan û heta niha ew bi li bakurê kurdistanê û li her çar perçên kurdistanê tim di rojevê de ye.

Di rojevê de ye ku ji bona meselên girîng, probelem û êşên milet neyên dîtin, bihîstin û guhdarî kirin. Ji ber vê jî çi dema li perçeyeke kurdistanê tiştekî baş biqewime, rûdaneke nû ku fêda kurdan tê de be, tu hew dibîne, pkk ango apociyan rojev guherîn da ku wane nayên dîtin, bihistin.

Meseleyên kurd û kurdistanê yên ji bona azadiya kurdan, hemî şolî kirine, li bakurê kurdistanê siyaset qirêj kirine, nahêlin û naxwazin ji bilî dengê wan tu dengekî din derkev e.

Ji xwe armanc, hedef û hemî kiryarên pkk ango apociyan li ser vî asasî tê meşandinê. Dema tu rexne dike, sofî û mirîd êrîşê te dikin da ku kes bi şaşiyên wan nehesin an nebînin

Heta vê derê tu gotina min ji wan re tune ye. Pkk an apociyan senaryo ya dewletê ji wan re nivîsîye wê dilîzîn û nikarin nelîzîn an biguherin. Ji roja pkk û apocî derketine her ev sanaryo tê lîstin. Hin caran fuguran têne guherandin jî lê sanaryo her ew e.

Ev jî temam e. Ev jî heqê wan e. Rê û rêbaz ji bona wan weha danîne û ew jî mecbûrin li gor wê karê yên li ser asasê têkbirina berjewendiyên Kurdan têk bibin, dixebitin û dikin

Heyfa min tê li wê heyfê ku hin kes hene, bi salan e ji apociyan veqetiyan e, reviyane gelekên wan ji mirinê xilas bûne. Lê çi dema gotin tê ser pkk û apociyan tu dibîne gelek ji wan kesan wê diparêzin û bi awayekî veşirtî li dij helwesta welatparêzan derdikevin an bi awayekî fediyok wê naparêzin.

Li gor min yên apocitiyê li ser nigan dihêlin, ev hêz ango ev teref in Ew jî raste raste fikir û kiryarên apo, pkk naparêzin. Lê li ser xeta HDP tiştên ne di berjewendiya gelê me de bin dibêjin.

Ew ji me baştir dizanin ku HDP jî apoye, HDP pkk ye, lê van camêrana hê jî xwedî li helwestên HDP yên qirêj jî derdikevin. Her ew di wê baweriyê dene ku ”wê rojekê hdp bibe ya kurdan”. Lê ev xeyala wan weke tu xaniyê li ser berfê ava bike ye.

Niha pir bi zelalî eşkere bûye ku hdp na ya kurdan e. Piraniya rêvebirên wê jî ne kurd in. Lê bi saya dengê kurdan rola xerabkirina berjewendiyan kurdan dilîze. Bi saya wan kesên qaşo ji pkk hdp veqetiyan e, xelk nikare helwest û kiryaran baş bizanibe, fêr bibin û nas bike.

Dema civateke bû mirîd, êdî zehmet e ku tu rastiyê rê mirîdan bide. Ji ber ku ew li ser xeta mirîdîtiyê mezin û perwerde bûne û nikarin şaşiyên wê xete bibînin û bêjin. Ji ber wan kesên ji pkk hdp veqetiiyan e, car carna bi nivîs û helwestên xwe alîkar û pişgitiya hdp dikin û ev dibe sedem ku êdî wanê jê ne bawer jî ji wan venaqetin.

Em tim dibêjin û dinivîsînin, me tim gotiiye û nivîsîye. Bi salane pkk karê têkbirina kurdan dike û çend kes jî tim vê rastiyê dibêjin, lê mixabin kurd di vî warî de nikarin bibin xwedî helwesteke rast û neteweyî.

Ji roja başûrê kurdistanê ji bona kurdan bûye cihê hebûnê, bûye wargeha kurdan, bûye roniya çavên wan, bûye guh û zimanê wan, pkk lê dixebite vê bi alkarî û saya dagirkeran ji holê rake.

Niha xet û rêbaza başûrê kurdistanê ketiye ser avakirina kurdistaneke serbixwe. Kar û xebat di vê rêyê de tê kirinê. Ev jî piştî li hevkirina PDK,YNK û Goranê asasê vê bêtir saxlem bû ye.

Lê werin vê ecêbê ku ê ji vê aciz, ê vê qebûl nakin û ê dixwazin ev li hevkirin têk here da ku kurdistana serbixwe neyê ragihandin, pkk bi xwe ye.

Ji bona vê jî niha pkk li gel dagirkeran têkiliyên xwe zêdetir kirine û dixwazin sedemekê peyde bikin ku şerê başûrê kurdistanê ji nû de bikin da ku aramî nayê wir. Dema wir aram nebe, nikarin serxwebûna xwe jî ragihînin.

Niha lîstikên pir mezin ji teref pkk têne lîstin. Niha wê pkk bixwaze çalakiyên gelek xerab li başûr kurdistanê û li ser sînor bikin da ku li başûr tevlihevî derkev e.

Niha pkk haziriya şerekî mezin ku li gel başûrê kurdistanê bikin, dikin. Nihe ew vê jî bi çend derewên xwe weke ku desthilatê başûrê kurdistanê cihê Gerîllayên wan rê tirkan didin ew jî bombebaran dikin.

Pkk dixwaze bi derewên xwe kurdan li hemper desthilata başûrê kurdistanê bidin bi kar anîn. Loma jî niha dixwazin sedeman bixulikînin da ku şert û merc ji bona şerekî nû peyde bikin.

Helbet pkk vê bi serê xwe nake. Di meselê de dagirker hene û ew jî li gor emirê dagirkeran dixwazin şerê başûrê kurdistanê bikin. Da ku wê hebûnê têk bibin.

Divê hemî kurd hişyar bin, di şerek weha de dê hemî kurd wanda bikin. Loma jî divê kurd ji daxuyaniyên pkk bawer nekin û bi taybetî ji divê Gerîlla şerê başûrê kurdistanê nekin.

Helbet şer ne baş e, lê hat û ev qewimî divê êdî başûrê kurdistanê jî weke normên dewletbûnê rola xwe bilîzin, erd, xelk û hêjayiyên kurdistanê bi çi rêyê dibe bila bibe, divê biparêzin.

Îro hebûna kurdan di başûrê kurdistanê de ye, têkçûna wir wê bibe ya herçar perçênn kurdistanê.

Hûn bawer bin, têkçûna başûrê Kurdistanê, têkçûna hemî kurdan li seranserê cîhanê ye. Ji ber vê divê kurd li vê hebûnê xwedî derkevin, wê biparêzin û nehêlin bi biryara dagirkeran, bi destê pkk xortên me bêne kuştin.

Şerekî mezin di rê de ye. Wê çawa pêşî li vê bê girtin hê ne diyar e. Ji ber ku ji bona şerekî weha pkk di nava hemî haziriyan de ye ku wê pêk bînin.

Bi hêviya ku ev nebe…

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
4407 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:48:04

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x