Dîasporê çi da me çi ji me girt???

Em baş dizanin ku Dîaspor xerîbî ye, ji welatê xwe, ji mirovên xwe, ji nas û dostên xwe bi dûrketin e.

Bube Eser

14.05.2021, Cum | 11:17

Dîasporê çi da me çi ji me girt???
Nêrîn Belav bike

Helbet hemî kesên ji ber zilm û zora dijjmin ji welatê xwe dûr dikevin, canê xwe ji mirin û girtinê azad dikin, mejiyên xwe hinekî firehtir, karê xwe hinekî zêdetir dikin. LÊ….

Li xerîbiyê bi cih û war bûn, helbet dibe parastin û jiyaneke nû ji bona wan kesên ji ber zilmê welatê xwe terikandine.

Em kurd jî sed sal in ku ji ber zilma dagirkerên xwe her ji welatê xwe reviyan in, çi li ewropa û çi jî li dewletên din bi cih û war bûne.

Di destêpêka bi cih û warbûna me de, her mirovê hazirî dikir, xwe amade dikirin ku şert û merc bikemile rojekê li welatê xwe veberin. Lê venegeriyan û zehmetê êdî vegerin jî…

Lê bi salan li xerîbiyê ango li Dîasporê mayîn, di jiyana mirovan de guherandininên berbi xerabiyê çê dike

Ji ber vê ye min xwest di vê nivîsa xwe de hinekî li ser vê rawestim û bînim bîra kesên li Diasporê dijîn ku vê Diasporê çi da me û çi ji me girt, bidin nasîn û zanîn.

Belê em baş dizanin ku dema agir bi welatekî dikeve, ter û hişk bi hevre dişewitîn, yên karibin xwe ji ber wî agirî bidiin alî da ku neşewitin, bi çol û çepelan dikevin.

Li welatên ku bikaribin wan biparêzin xwedîtiyê li wan bikin digerin û dibînin. Loma bi vê revê kesên ji ber wî agirê bi welêt dikeve direvin da ku ew jî neyên şewitandinê.

Wan kesanana li welatan belav dibin, xwe ji mirinê azad dikin. Li welatên xerîbiyê dixwazin bixwînin, zanabûnên xwe bêtir bikin, xwedî li zimanê xwe ê li welêt qedexebû derkevin.

Ziman, adet û çanda xwe li xerîbiyê pêşve bibe, ji bona zarok û nebiyên wan ji vê bê par nemînin çi ji destê wan tê dikin. Lê ji bîr dikin ku xerîbî ji karê bêtir zerarê dide wan kesên ji welatê xwe reviyanin.

Ez dixwazim vê bi mînakekê bidim da ku mijar başir bê fêm kirinê.

Piştî darbeya leşkerî ya di sala 1980ê li tirkiyê û li bakurê kurdisanê pêk hat ango anîn. Ev bû weke agirekî pêxistî da ku welatê me bişewitîne, mirovên me yên zane jêhatî û kêrhatî biqedînin pêk anîn.

Em gelek ji ber wê zilmê reviyan, hin kesin me di zîndanên dijmin û hiin jî ji bê xwedîtiyê jiyana xwe ji dest dan.

Weke mînak:

Em bêjin kesên ji ber pêxisina wî agirê ku dixwest welatê me bişewitîne, mirovên zane, kêrhatî û jêhatî nehêlin, yên firset dîtin reviyan. Li welatên ewropa bi cih û war bûn.

Di destpêkê de li welatên Ewropa bi cih bûn, karên baş kirin, xwedî li ziman û çanda xwe derketin, ji bona pêşvebirina wan her di nava kar û xebatê de bûn. Hingî xebitîn û pêde çûn, zarok û nebiyên xwe ji bîr kirin.

Zarok û nebiyên xwe bi wê çandê bi wî zimanê şêrîn mezin nekirin. Lê wan xwe li vê dijdandin ku vana pêşve bibin û birin jî. Karên baş û delal jî kirin.

Di nava van karan de zarok û nebiyên xwe ji bîr kirin, serpêhatiyên xwe dîroka xwe ji wan re negot in Êş û azarên welatê xwe bi re parve nekirin.

Behsa zîndana têde mabûn û êşkenciyên li wan hatibû kirinê ji zarok û nebiyên xwe re negotin. Bi vê yekê kirin ku zarok û nebiyê wan ji ziman û çanda xwe dûr ketin ew nenasîn.

Loma jî zarok û nebiyên wan bi hevre bi zimanê welatê lê dimînin, diaxifîn û bi wê çand û kulturê mezin bûn û dibin, ji gotine “Ez kurdim” pêve tiştekî din nizanin.

Loma piştî çend nivşan êdî wê bibêjin; “Bavê min an kale min kurd bû” ev jî tê wê watayê ku êdî zarok û nebiyên me ji kurdbûnê dûr dikevin.

Helbet mirov nikare vê mijarê di nivîsekê de bêje û binivîsîne. Lê hêvîdairm ku piştî vê nivîsê em ew kesên ji ber wî agirê dagirkeran li welatê me ji bona şewitandina me û we pê xistibûn, reviyan li ser vê rawestin.

Ez bi reqem û mînakekê vê vekim da ku baştir bê fêmkirinê.

Em bêjin ku em 200 kes ji ber wê zilma dagirkeran, ji ber mirin û girtin ji bakurê kurdistanê reviyan li Swêdê bi cih bûn.

Me jiyana xwe xilas kir, me kar û barên rêxistiyina xwe domand, em li zirman û çanda xwe xwedî deketin. Me xwest em zimanê xwe û çanda xwe pêşve bibin. Loma jî me bê westan li ser wan kar kir û dikin.

Lê weke min di serî de jî got; me zarok û nebiyên xwe li welatên ewropa bi wê çand û bi wî zimanî mezin nekir. Me serpêhatî û sedema reva we ji welêt û li ewropa bi cihbûna xwe ji wan re negot,

Loma ew bi zimanê biyaniyan mezin bûn, bi çanda wan hatin perwerdekirinê. Bi hevre bi zimanê wî welatê li dimînin diaxifin, ev jî dibe sedem ku me bi destên xwe zarok û nebiyên xwe ji kurbûna wan dûr xistin an dixin. Li gor min ev ne sûcê wan ê me bi xwe ye.

Em 100 an 200 kes reviyan xilas bûn, me li Swedê bi hezaran nebî zarokên xwe wenda kirin.

Em 200 kes ji mirinê xilas bûn, lê me bi destê xwe çend hezar kesên xwe kuştin, ji çand û zimanê wan dûr xistin, kurbûn di mejiyên wan de bi cih nekir.

Ji ber vê ye ku me li Diasporê gelek wenda kir. Em 200 kes xilas bûn, lê me gelek 200 kes jî wenda kir.

Gelo em, partî û siyasetmedarên me, rewşenbîr û bîrewirên me, em çiqasî li ser vê sekinîn û lê kolan ku me ji vê Diasporê çi qezenc kir û çi wenda kir.

Wendakirin normal e, lê divê mirov li ser vê raweste da ku em ê çawa vê zerara xwe telafî bikin.

Êdî nivşek ji destê me çû û yên li dû wan hemî jî ji kîsê me, jî kîsên welatê me çûn. Li gor min em bi serneketin, me wenda kir û dikin…

Li gor min ev mijareke girîng e divê çi rewşenbîrên me, çi partî û dezgehên me yên ewropa li ser vê yekê rawestin, da ku rêyek bê dîtin em zarok û nebiyên xwe wenda nekin. Ji çand û kultura wan dûr nexin.

Di televizhonên hene, li ser vê babetê bernameyan li dar xin, divê nivîskarên me li ser vê binivîsînin, partî û dezgehên me ji bona vê destûr û bernameyên nû pêşkêşî ciwanan bikin da ku ew ji çand û zimanê xwe dûr nekevin…

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:15:27

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x