Em bi ser nakevin, ji ber ku em ji hev hez nakin. Em bi sernakevin, ji ber ku tim em li dij hev kar dikin. Em bi ser nakevin, ji ber ku em li hember hevdu hesûd in. Em bi sernakevin, ji ber ku dagirkerên xwe di ser xwe re digirin.
Belê gelek tiştên din jî hene ku mirov dikare li ser vê zêde bike. Lê li gor baweriya min xala herî girîng ku em nikarin bi serkevin, em hê jî nebûne neteweperestê gelê xwe. Em hê fêr nebûnin ku berjewendiya gelê xwe di ser ya xwe û partiyên xwe re bigirin. Loma jî heta em weha bin, em ê bi sernekevin.
Weke milet û weke gel em hê fêr nebûna ku em qîmet û rûmeta hêjayiyên xwe bizanibin, ji bona berjewendiya gelê xwe wan biparêzin. Em fêr bûne ku heger em ne di kar û barekî de bin, ew kar têk here ne xema me ye.
Ji bona min di komîteyekê de cih negirtiye, ji bona ku ez jî beşdarî civînê bibim bangî min nekirine, loma jî ez ê piştgirî nedim wê civîna ku dê gelek fêda xwe ji bona gelê me hebe.
Ji ber ku em kurdên bakurê Kurdistanê fêrî aqildayinê bûne û di nava karên pratîkde tune ne, loma jî em bi ser nakevin. Em ji karê kollektif hez nakin, her partî, her şexs bi serê xwe dixwazin tevbigerin û digerin, loma em bi ser nakevin. Em bi ser nakevin, ji ber ku rewşa bakurê Kurdistanê li ber çavan e û wir têk çû ye, ji bona wê tiştekî nakin lê bi perçên din ve mijûl in.
Ji xêra xwedê re me bikarîba dîroka xwe binasiya, kêmanî û bûyerên di wê dîrokê de pêk hatibûn dubare û sêbare nekirina. Ji xêra xwedê re me bikarîba sûd ji dîroka xwe bigirtana da em bikarîbana bi serketana.
Lê hezar carî mixabin ku em vana yekê jî pêk naynin, dîroka xwe nasnakin, sedemên ku em nikarin bi hevre kar bikin nabînin an dibînin lê dîsa jî em wê kêmaniya ji dîroka 600 hezar salan de heta roja îro pêk hatiye û tê, nabînin.
Tu ii kîjan kurdî/ê guhdarî dike, hemî yek tiştî dibêjin: ”Ax me jî dewleteke hebe dê halê me jî wê ne ev hal ba”. Her tê gotin ku ”çi tiştên têne serê me ji ber bê dewletbûna me ye”. Lê dîsa jî em qîmeta dewleta xwe ya ku îro li başûrê Kurdistanê heye nabînin.
Lê hezar mixabin îro me dewleteke Federa heye û ev dewlet ji teref gelek kes û partiyan ve jî hê nayê dîtin. Tiştên ku deweleta me ya kurdî dixwazî bike, gelek kurdên me li hember wê hin tiştên din dikin. Û ev ji nûde weke 600 sal berê dîsa dibe bê tifaqî, dîsa bizrê yekîtiyê ji nava me radibe.
Helbet vana hemî bi serê xwe nabe, gelek destên tarî di nava me de hene. Dagirkerên me her li ser kar in da ku yekîtiya gel pêk neyê. Kemalîst bi rêya îdelojiyê pêşverû(!) di nava me de ne da ku nehêlin yekitiya me kurdan çê bibe.
Lê ya herî girîng jî ew ku em bi xwe ne temam in. Ji ber hin sedemên min li jor anî zimên û hin jî yên hûn bêjin.
Binêrin û bibînin ku em herkes ji bê dewletbûnê acizin û her tînin zimên; ”ax me jî dewleteke heba”,dibêjin.
Lê îro dewleteke me heye, hezar mixabin em li hember wê dewleta ku dixwazî ji bona me kurdan tiştên baş bike, derdikevin.
Em baş dizanin bê dewletî mirin e. Lê em wê mirinê bi destê xwe dikin. Di jiyana kurdan de cara ewil bi serpereştiya dewleta kurdî ji bona kurdên li derveyî welatê xwe xebateke pîroz hate meşandin. Dezgeheke bi nav ”Konfederasyona Revenda Kurdistanî” ji bona karê kurdên li Diasporayê hate damezrandin, da ku êdî kurd jî bê xwedî nemînin.
Lê hin kurdan tehamula vê nekirin, ji ber ku nehatibûn bangkirin bi zora wan de çû bû û kesên weha li gor xwe hinên din jî peyde kirin û roja 22.01.2022an bi navê ”Diakurd” wan jî komîteyeke ango dezgeheke li dij ya bi navê ”Konfederasyona Revenda Kurdistanî” damezrandin.
Helbet damezrandina vê ne bi serê xwe bû. Hin partî yên bakurê kurdistanê ku ji xwe re dibêjin: ”Em kurd û kurdistanî ne” û li gel hin dezgehên li başûrê kurdistanê ku hemî ji Barzaniyan nexweşhal in û gelek jî ji apoyên fediyok ku ji bona navaroka ”Konfederasyona Revenda Kurdistanî” têk bibin ev kar kirine. Li gor min ev damezrandina Diakurd li hember ”Konfederasyona Revenda Kurdistanî” kurd hatiye damezrandin da ku li ewropa kar neyê kirin.
Ji ber ku li hemî cîhanê li ser navê miletekî yek tevgera Diasporê heye, lê ê me bûne dudo. Ka îcar wê çawa kar bikin? kîjan ji wan wê desthilat be ku mafê kurdên li dîsporayê biparêzin? Helbet wê hukumeta herêma kurdistanê be, lê bi avabûna du navandên dîasporayê wê hin astengî derkeve. Ji xwe armanca avakirina Diakurdê jî ev e.
Çi dema şexsan xwe kirin altarnatîfa dewleta xwe, hûn bizanibin ew ne ji xêra wî karî re ye. Mesele dibe astengkirina karê diasporayê ku ji bona kurd ronahiyê nebînin. Loma divê bi tu awayî ”Konfederasyona Revenda Kurdistanî” xwe nêzîkî karê û barê Dîakurê nekin.
Di destpêka her karekî de dê kêmanî hebin, ya girîng ew e mirov bi hevre wan kêmaniyan temam bike da ku kar baştir û li gor berjewendiya gel bi rêve here. Li dijberî wê karkirin xwe tunekirin e û dewleta xwe ne nasîn e.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.