PKK û êrîşkariya wan ya…

Gelo çima hemû partî û rêxistinên me bi hevre vê nakin. Û nabêjin pkk êdî bes e. Ma gelo parastina kurdistaneke serbixwe tenê para partiyekê ye? Helbet NA. Lê çima deng ji parityên bakurê kurdistanê dernakeve?

Bube Eser

16.03.2017, Per | 09:36

PKK û êrîşkariya wan ya…
Nêrîn Belav bike

Ez bi xwe jî yek ji wan kesana me ku me bi piranî li ser pkk û tevgerên wê, pkk û neparastina nirxên neteweyî, pkk û li ser êrîşkarî û helwesta wan ya li dij welatparêzin kurdan gotiye û nivîsîne . Pkk û daxwaza wan î ji holê rakirina ango li dij serxwebûna kurdistanê derketandina wan gelek caran aniye zimên, me gotiye û hê jî em ê bêjin.

Em dibêjin ji ber ku gelek canik û camêr hene bi rastî jî xwedî helwestên neteweyî û parastina nirxên kurdistanî ne.

Lê ez gihiştim wê baweriyê ku bi tenê û weke şexs mirov çiqasî bêje û binivîsîne jî zêde tesîreke xwe nake. Dibe ku ew gotin û nivîsandin ji bona dîrokê bibin weke belgenameyan. Lê îro tiştên lazim û ferz li ser her kurdekî, rêxistinekê ew e ku dibê çi bikin û çi bê kirin?

Ew ev tişte ku divê êdî partî û rêxistinên me ji nivîsandin û gotinê derkevin da ku tesîra xwe li kes, kesayet û xelkê bike.

Bala xwe bidinê ewqasî partî û rêxistinên me yên li bakurê kurdistanê hene û hemû jî ji xwe re dibêjim em kurd û kurdistanê ne. Armanca wan tevan jî azadiya kurdistanê ye. Lê…

Lê dibêjim ji ber ku dema armanceke me re hebe û ew armanc bibe hedefa hinan ku dixwazin an wê bixwazin wê hedef û armancê ji holê rake divê tu ne tenê bi nivîsê di jiyanê jî de wê armanca xwe biparêze û bi awayekî girseyî li dij wanên dixwazin wê rake derkev e. Lê.

Dîsa lê dibêjim ji ber ku ev lê bi maneye. Dema mirov dixwaze gotinek bêje û edeba mirov dest nade ku bêje, loma mirov dibêje LÊ û carna jî gelek tiştên mirov dixwaze bêje û nikare bêje, mirov dibêje LÊ….

Lê pir bi eşkereyî pkk û hemû rêxistinên bi wê ve girêdayî li dij serxwebûna kurdistanê derdikevin û ew vê yekê êdî ne tenê bi gotin di jiyanê de jî, bi aweyekî vekirî û pir bi eşkereyî vê dibêjin. Di meş, xwepêşandan û bi êrîşkariyên xwe jî vê dikin.

Lê gelo çima wan partî û rêxistinên me yên ku ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne vê nakin. Heta ne tenê vê nakin, li hember êrîşkariyên pkk û rêxisinên bi wê ve girêdayî jî bê dengin. Ev bêdengî ne elemetên xêrê ne.

Ha divê partiyên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne çi bikin?

Ez nabêjim bila şer bikin. Têkevin cepheyan û hevdu bikujin. Ji xwe ev daxwaza pkk ya sereke ye. Çiqasî kurd têne kuştin ew jî bêtir xwîn digire û mezin dibe.

Van partî û rêxistinên me çima bê dengên û tenê bi çend nivîsan ku ew jî zêde tesîra xwe neke xwe rehet dikin. Divê çi bikin?

Berî her tiştê divê li ewropa û li kurdistanê bi gelemperî dest bi çalakiyên demokratîk yên li dij pkk bikin. Meş û xwe pêşandanên ku helwestên pkk yên xerab dikin bi deng û awazekî bilindin biqîrin û bêjin pkk êdî bes e.

Heyetan (pisporan) amade bikin bila wana derkevin li ewropa emerîka hevdîtinan pêk bînin û bêjin, tiştên ku pkk dike li ser daxwaza dagirkerane û li hemberî serxwebûna kurdistanê ye, ev jî ne di berjewendiya kurdan de ye.

Civîn û konferansan amade bikin, bangî ewropiyan bike di wan civîn û konferansan de bi awayekî zelal û li gel pirzimanî (li gel kurdî zimanê ewropî jî) helwesta pkk ji ewropiyan re bêjin. Bêjin bê çima pkk naxwaze ewropî çekan bide an bişînin kurdistanê.

Derkevin radyo û tv ewropiyan û bi zimanê wan van helwestên pkk yên qirêj û li gor daxwazên dagirkeran bêjin û vekin da ku ewropî jî êdî bizanibin ku pkk ne rêxistina kurdan e. Dema partî û rêxistinên me vê bi hevre bikin wê baweriya ewropiyan jî çê bibe ku ev rast e.

Heta ku zarok negirî dayik şîr nadê. Loma heta em kurdên ji xwe re dibên welatparêzin, welathez in, berjewendiya kurd û kurdistanê diparêzin, divê em vê bikin û ev berê li partiyên me dikevin.

Gelo çima hemû partî û rêxistinên me bi hevre vê nakin. Û nabêjin pkk êdî bes e. Ma gelo parastina kurdistaneke serbixwe tenê para partiyekê ye? Helbet NA. Lê çima deng ji parityên bakurê kurdistanê dernakeve?

Di civîn û kongreyên xwe de çi dixwin rêz dikin. Lê çima helwest û kiryarên pkk rêz nakin û nabêjin. Di meş û civînan de vê protesto nakin? Çima vê bi eşkereyî û zelal bi dengekî berz naqîrin?

Ma êdî tu tişt di tariyê de maye? Ma êdî pkk hemû daxwazin dagirkeran bi eşkereyî pêk naynin? Lê çima partî û rêxistinên me vê nakin û kurdistana ku dike bibe serbixwe naparêzin?

PKK xwepêşandanan çêdikin û ji ewropiyan re dibêjin. Çekan nedin an neşînin başûrê kurdistanê. Lê çima partiyên me xwepêşandana çê nakin û nabêjin pkk ne rêxistina kurdan e. Ew li dij serxwebûna kurdistanê ye. Divê ewropî alîkariya kurdistanê bêtir bikin û serxwebûna kurdistanê qebûl bikin an bêjin erê.

Ma gelo parastina kurdistaneke azad û serbixwe ya partiyekê tenê ye? Helbet na ew ya a me hemû kurdan e. Heger ya me hemûyan be divê em jî erk û wazifeyên xwe ya ji bona kurdistaneke azad û serbixwe pêk bînin û erkê xwe zû bînin cih.

Tu caran weke vê carê şansa kurdan ji bona kurdistaneke serbixwe çê nebûye. Vê ji dest bernedin, kî li dij wê derket divê em hûn jî li dijî wan derkevin. Ji bî nekin!!!

BÊDENGî QEBÛLKIRINA BINDESTIYÊ YE…16.3.2017

Têbinî: Îro komkujiya Helebçe bû, divê me li ser wê binivîsanda. LÊ….Ez wê qetlîamê şermezar dikim û diêjim;Tola wê bi serxwebûna kurdistanê tê hilanîn.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
7259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:52:31

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x