Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!!

Dewr û demana ku niha em têdene gelekî hasas e. Kêmanî û şaşiyeke bi çûk dikare bibe sedema xerabûn û malwêraniyên mezin,

Bube Eser

08.10.2019, Sal | 11:22

Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!!
Nêrîn Belav bike

Kurd divê bi sebir û sikûnet, rawrestin, bifikirin, bizanibin çi wê çawa bigere. Nebin qurbana dîtinên xwe yên emirwaqî. Taliyê her tiştekî dê baş an xerab bigere. Li gor min êdî tiştekî kurdan xerab bigere zêde nemaye.

Kurd li rojhilatanavên bûye aktorê herî mezin û êdî bê wan siyaset li wir nayê meşandin. Kurd bûne hêz û qawetek, Kurd bûne aktora arami û rehetiya rojhilata navîn. Ev jî dide zanin ku heta kurd neghêje azadî û serxwebûna xwe wê tu rehetî û aramî jî nebe qisemetê rojilatanavîn.

Lê hezar car mixabin, siyasetmedar, rewşenbîr û hin ji Kurdan hê jî ev fêm nekirin û nikarin bifikirin ku bê ew çiqasî bi hêz û qawet in. Dema te bi hêz û qaweta xwe nizanî be tê tim di nava tirsê de bijî. Tirs jî di taliyê de mirov bi nexweşiya zerikê dixwe ku ji xelasî êdî zehmet dibe. Divê kurd vê nekin.

Loma kurd nikarin bifikriin ku êdî bê wan, tu probem di rojhilata navîn de nema têne çareser kirin. Madem rewş gihiştiye vê qonaxê divê êdî kurd jî xwe biguherin, qaweta xwe bibînin li gor wê jî bibin xwedî helwestek neteweyî.

Divê Kurd li hember bûyerên diqewimin nebin xwedî fikirên emirwaqî, divê baş bifikirin, baş bi pîvên dûre gotina xwe bêjin. Bi gotinên sivik û bê hêvî mirov zerarê dide xwe û neteweya xwe.

Dewr û demana ku niha em têdene gelekî hasas e. Kêmanî û şaşiyeke bi çûk dikare bibe sedema xerabûn û malwêraniyên mezin,

Di vê pêvajoya ku niha em tê dene, pêvajoyeke weha ye ku tu nikare kêmanî û şaşiyan bike, heger te kir jî tê bedelekî mezin li hember wan şaşiyên xwe bide.

Emerîka bi salan e ku dixwaze cihê xwe li rojhilatanavên mezin, fireh û xurt bike. Ji bona wê heta niha bedel û mesreke gelekî mezin kirî ye. Nabe ku Emerîka dev ji hemî tiştan berde û here mala xwe weke qet tu tiştek nebû be.

Eva na karekî aqilane ye. Loma jî wê Emerîk vê neke Wê Emerîka dest ji kurdan bernede. Heger berê çend caran kiribe jî, wê demê û ev dem ne weke hev in. Ferqeq mezin di navbêra wan heye.

Heger Kurd di rohilata navên de nebin dewleteke serbixwe, dê rewşa Îsraîl tim di xeterê de be Ji ber ku îran û pêgirtê wan her lê digerin ku bê wê çawa Îsraîl ji holê rake.

Lewra jî ji niha de ji bona me kuran ya girîng ew e ku îro berjewendiya me û Îsraîlê bûye yek. Li ser vî asasî wê Îsraîl nehêle weke carên berê Emerîka pişta xwe bide kurdan.

Eva ji bona me kurdan gelekî girîng e. Divê kurd vê rewşê baş bixwînin û li gor wê jî bibin xwedî helwest, nerîn û gotin.

Divê kurd û siyasetmedarên wan her ku bayek rabû, xwe li ber wî bayê nexin, cihê xwe saxlam bikin da ku ne ba û ne bahoz nikare we ji cihê we bileqîne.

Divê êdî siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan doştan bibînin û li gor wê dostaniyê. lê bidin. Divê êdî kurd jî li gor rewşa nû, xwe biguhere û nebe xwediyê xwe û gotinên çors ku ne di berjewendiya gelê me de.

Divê Kurd li gor rewşê tevbigerin bibin xwedî helwest û ji bîr nekin ku îro li vê cîhanê her tiştek li ser asasê berjewendiyan dimeşe. Herkes li gor berjewendiya xwe tevdigere û divê em kurd jî li gor berjewendiya gelê xwe tevbigerin.

Bi gotinên bi çûk, bi helwestên emirwaqî em dilê dostan ji xwe sar nekin. Hinekî aram bin li rewşê temaşe bikin ku bê berbi ku de dihare.

Divê kurd êdî netirsin. Ji ber ku dostê wan ê herî qedim di roja îro de, di vê roja teng û asê de Emerîka û Îsraîl e. Divê em ji bîr nekin wê van camêrana dewleteke kurdî bo me kurdan damezrînin. Loma divê em aram bin û li benda wê rojê bin..

Her çiqasî Îsraîl bêdeng jî xuya dike, lê ew ê tu caran destên dostê xwe yên kurd bernede. Ev êdî zalal û eşkere ye.

Têkçûna kurdan li rojhilata navên, têkçûna Emerîka, Îsraîl û hemî ewropiyan e. Lewra jî bi wan tenê jî bimîne wê kurdan bikin xwedî dewlet- Ji niha û şûnde êdî gav nema bi paşve tê avêtin

Ha wê çi demê vê bikin? Heta ku rewş guncav bû. Ji ber ku di nava vê tevlihevî û qirêjiya rojhilata navên helwest û kiryarên emirwaqî wê zerarê bide me kurdan. Her tişt bi aramî bi sebrê dê bikemile…

Lê divê êdî kurd jî xwe tevbidin. Firsetê ket dest bernedin. Ji bona ragihandina dewleta xwe ya serbixwe divê henekî lez bikin…

Ji bîr nekin heger Saddam neketiba Kuweytê dibû ku îro başûrê kurdistanê ne di vê rewşê da ba.

Loma divê em bi sebir û sikûnet li meselê binêrin, wê sibê çi bê serê Tirkan hê ne diyar e.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2850 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:28:15

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x