Serketin bi piştgiriyê dibe!

Belê pir eşkere û zelal e ku bê piştgiriyê tu tiştek bi ser nakev e. Serketinên dibe hemî jî bi qasî wê piştgiriya jê re tê kirinê, dibe.

Bube Eser

06.12.2021, Pts | 09:39

Serketin bi piştgiriyê dibe!
Nêrîn Belav bike

Weke tê zanîn ku Tîma fotbolê ya kurdan ku li Swêdê hatiye danezrandin, rewşa wê berî salekê ne zêde baş bû, loma hinekî zêde ketibû. Ji ber Dalkurdê allsvenska (tîma yekê keti bû ya ya dudan ji wir ketibû ya sisiyan. Lê bi piştgiya kurdan niha ew dîsa kete Super ettan. Yanî weke ji tîma yekê ketibû ya dudan.

Ev jî ji bona kurdên swêdê û hemî kurdên cîhanê kêmaniyek bû ku ewqas kurd û hukumetek wan î hilbijaratî hebe ku Dalkurd ketibû wê rewşa xerab. Lê bi alîkariya kurdên dilsoz ya madî û menawî,niha ew ango Dalkurd vegeriya liga yekê (Superettan) Ev jî ji bona kurdan û Dalkurdê serketin û moralek baş bû.

Ev yeka her çiqasî bi dilxweşiya kurdan jî be, lê ji bona dagirkerên me êş û xemginî ye. Ji ber ku Dalkurd di hemî lîstikên xwe de, bi ala rengîn, dijminê miletê kurdan jî aciz dike. Ji ber vê bû, di sala 2021an de kurdan bi awayekî girseyî çi kurdên li swêdê û yên cîhanê hemiya çi di warê aborî çi jî bi piştgiriyeke xurt xwedî li tîma xwe ya bi navê Kurdal a ku dagirkerên me ji vî navê aciz bûn, derketin

Bi vê piştgirî û qawetdana kurdan ya ji bona tîma wan ya bi navê Dalkurdê îşev (2021-12-05) maça xwe ya talî de bi ser ket û wê di sala 2022ê de wê weke super ettan bilîze.

Heger ev piştgirî weha berdewam bike, dikar sala 2023an de bikeve lîsteya ku maçên xwe li gel tîmên ewropî jî bilîze. Di van timanan de dikare were hember tîmên tirkan jî aha wê demê dê malik li tirkan xerab bibe ku ewên mecbûr bimînin bi tîmeke kurd ku ew nikarin navê wû hilde, bilîze. Ez bi hêvîma ku wê Dalkurd wan rojan me kurdan bide dîtin.

Îcar divê em kurd vê mîneka tîma kurd ya bi navê Dalkud ku li swêdê ye, ji xwe re bikin mînak, rehber û li gor vê jî em dest bidin hev, da ku başûrê kurdistanê jî bibe dewleteke serbixwe.

Heger li seranserê cîhanê, hemî partî û dezgehên kurdan, di hemî çalakî, konferans û civînên xwe de vê bikin xala xwe ya ewil, da ku em jî weke kurd di sala 2023an de ango di Lozana dudan de bibin xwediyê xwe û dewleta xwe ya serbixwe.

Ev tişt ji bona partiyên me yên li bakurê kurdistanê jî derbas dibe. Dema partiyek ji xelkê xwe, nivîskar û rewşebîrên xwe, ji kesên zana û bîrewirên xwe qawetê, piştgiriyê û hêzê negirin ew ên jî her di liga sisiyan de fotbola xwe bilîzîn.

Ji bona di liga dudan û ya yekê de lîstikên xwe bilîzin. Divê her partiyeke me, her rêxistin û dezgehên me destûr û bernameyên xwe careke din berçav bikin. Bikin da ku bikaribin kêmanî û şaşiyên xwe bibîne û karê ew pêve rabûne bi serkevin. Serketin bi piştgiriyê dibe.

Li gor min ji bona partiyeke siyasî, divê nivîskar û rewşenbîr xala wan ya herî girîng be ku parityên me guh bidin wan, pêşniyar û daxwazin wan piştguh nekin. Divê ew tim li gel nivîskar û rewşenbîrên xwe li hev bin.

Divê partiyên me ji bona rexneyeke li wan an li serokê wan tê, nexeyidin. Nivîskar û rewşenbîr dikarin ji partiyekê bixeyidin. Lê nabe partî ji kesan bi taybetî jî ji rewşenbîrên xwe bixeyide. Ev dibe sedema ku ew jî bi pêşnakevin.

Piştgirya nivîskar û rewşenbîran ji bona kîjan partiyê bibe, hûn bawer bin ew partî wê roj bi roj pêşde here û xurtir be. Lê hezar mixabin hê jî partiyên me negihiştine vê hêjayî yê.

Gelo heta niha kîjan partiya me ya siyasî rojekê nivîskar û rewşenbîrên di karê xwe de bi serketî û jêhatibûn, xelat kirine?

Gelo heta niha ji bona nivîskar û rewşenbîr bi piştgirya wan ve rabe, çi cahd û hewldan kirine? Lê gelo partî û rêxistiinên me heta niha seredana çend nivîskar û rewşenbîrên xwe kirine an dikin? Lê tu dev ji vê berde. Nivîskarên kurd hema ji bona carekê jî wan rexne kiribe an bikin, ambargo datîne ser wan ku di media wan de qet behsa wan neyê kirin.

Kes an rewşenbîrên partiyan rexne dikin, civata wê partiyê ji wan dixeyidin û di media xwe de cih nadin wan, amborga datîne ser wan, tu dibje qey wan qele fetih kirine.

Divê partiyên me vê rewş, hal û awazên xwe biguherînin, tîma fotbolê ya Dalkurdê ji xwe re bikin mînak û bibînin bê serketin çawa û çilo pêk tê. Loma divê partiyên me jî bi piştgiriya nivîskar û rewşenbêrên xwe biser bikevin. Helbet serketina wan wê bibe ya hemî kurdan. Lê vê nakin ya jî fêr nebûne. Endam û rêvebirên partiyên me nikarin ji qalika partiya xwe derkevin û li dora xwe binêrin û bibînin bê serketin çawa pêk tê.

Xortekî me li vê cihanê di beşa xwe ya sporê de bû şanpiyonê dinyê, gelo kîjan partî an rêxistina kurdan ew xelat kirin? Bi xelatkirina wî, wê rê li ber ciwanên din vebe da ku ew jî hewl bidin ku ew jî xelatên baş li ser nave gelê xwe bigirin.

Ez carna şaş dimînim ku partiyeke bi armanca kurdistaneke serbixwe hatibe damezrandin, lê nikaribe tehamula rexneyeke nivîskar û rewşenbîrekî xwe bike. Gelo ew partî an rêxistin dê çawa welatekî azad bike?

Ez serketina tîma kurd ku bi ala rengîn xemilandî ya Dalkurdê pîroz dikim. Bi hêvîme kurd vê piştgiriya xwe her didomînin da ew jî ala kurdî ya hemî kurdistaniyan di hemî lîstêkin xwe yên çi li swedê û di qada navneteweyî de bilind bike.

Di her malake kurd de bila endamekî Dalkurda hebe, ji ber ku Dalkurd êdî malê hemî kurdan e. De ka em bi hevre bêjin;

Bijî Dalkurd…

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1342 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:39:32

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x