Cîhan wek dewletekê li Kurdistanê dinere

Cîhan wek dewletekê li Kurdistanê dinereÇavdêrên siyasî û mamosteyên zanîngehê dibêjin, beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di Forûma Davosê de dibe deriyek bo Kurdan ku daxwazên xwe bighînin cîhanê, ji ber ku daxwazên Kurdan ligel berjewendiyên wan jî hev digrin. Herwiha bi nêrîna wan çavdêran, ji ber siyaseta Serok Barzanî welatên cîhanê bi çavê dewletê li Herêma Kurdistanê dinerin.

18.01.2017, Çar - 19:43

Cîhan wek dewletekê li Kurdistanê dinere
Nuçe Belav bike

Çavdêrên siyasî û mamosteyên zanîngehê dibêjin, beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di Forûma Davosê de dibe deriyek bo Kurdan ku daxwazên xwe bighînin cîhanê, ji ber ku daxwazên Kurdan ligel berjewendiyên wan jî hev digrin. Herwiha bi nêrîna wan çavdêran, ji ber siyaseta Serok Barzanî welatên cîhanê bi çavê dewletê li Herêma Kurdistanê dinerin.

Dr. Salih Mela Umer Mamosteyê Zanistên Siyasî di Zanîngeha Selahedên de, ji malpera KDP.info re ragihand: “ Ji aliyê siyasî û aborî û zanistî ve, Forûma Davosê li ser asta cîhanê xwedî giringiyeke pir mezin e, ji ber serok û kesayetiyên cîhanê tê de beşdar dibin û behsa pirsgirêkên siyasî yên li ser asta cîhanê dikin, herwiha xwedî serwet û samanên mezin ên cîhanê di wê forûmê de beşdar dibin. Beşdariya Serok Barzanî di wê forûmê de ji çend aliyan ve girîng e, ji wan jî ku li Rojhilata Navîn kirîzên siyasî û aborî hene û vê yekê jî bandora xwe ya rasterast li ser Herêma Kurdistanê jî kiriye, lewma ev beşdariya Serok Barzanî bo Herêma Kurdistanê girîng e û em dikarin li wir daxwazên xwe bighînin welatên cîhanê. Herwiha ew daxwazên Kurdan ligel berjewendiyên welatan jî hev digrin, mîna jinavbirina DAIŞê ku ev daxwazeke cîhanî ye.”

Ji aliyekî din ve, Dr. Ehmed Sefar ku aborînasek e li Zaxo, ji malpera KDP.info re ragihand: “Forûma Davosê mezintirîn kombûna aborî ye li ser asta hemû cîhanê û kesên ku tê de beşdar in serokê welatên bihêz in û xwedî aboriyeke mezin in, yan jî serokê şîrketan û aborînas û bazirganên mezin in, lewma jî beşdariya Serok Barzanî di wê forûmê de tiştekî pir girîng e bo Herêma Kurdistanê tevahiya miletê Kurd bi awayekî giştî, ji ber ku Kurdistan bûye xwedî navûdeng li ser nexûeya cîhanê û nexasim jî niha ku kurdistan li şûna hemû cîhanê di şerê li dijî terorê de ye û ku di heman demê de jî di kirîzeke aborî de derbas dibe. Di wê forûmê de li tenişta Serok Barzanî ew welatên xwedî aboriyeke bihêz li ser asta cîhanê beşdar in, lewma jî beşdariya Serok Barzanî tiştekî pir girîng e bo Herêma Kurdistanê.”

Hevdem Sîrwan Heme Şerîf mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê û çavdêrê siyasî ji malpera KDP.info re ragihand: “Vexwendina Serok Barzanî bo Forûna Davûsê diyar dike ku ji ber Serok Barzanî êdî welatên cîhanê wek dewleteke serbixwe kar ligel Herêma Kurdistanê dikin. Di wê forûmê de gelek mijarên girîng wek aborî û siyasî tên nirxandin, lewma jî bo Herêma Kurdistanê beşdariya Serok Barzanî pir girîng e. Heriwha ji ber siyaseta Serokê Barzanî zêdetirî 30 konsulxane û nûneratiyên welatan li Herêma Kurdistanê hene û bi awayekî rasterast serokên welatan serdana Hewlêrê dikin, lemwa jî ji ber siyaseta Serok Barzanî êdî welatên cîhanê wek dewletekê li Herêma Kurdistanê dinerin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1780 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x