Şêx Murşid Xeznewî û Mezlûm Ebdî li hev civiyan

Şêx Murşid Xeznewî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Qamişloyê li hev civiyan.

21.12.2024, Cts - 10:31

Şêx Murşid Xeznewî û Mezlûm Ebdî li hev civiyan
Nuçe Belav bike

Şêx Murşid Xeznewî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Qamişloyê li hev civiyan.

Wêneyên hevdîtinê hatin belavkirin lê heta niha li ser naveroka civînê ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Her wiha Şêx Murşid Xeznewî li Mizgefta Şêx Maşûqê Xeznewî ya Qamişloyê xutbeya Înê da û ji bo yekîtiya partiyên Rojavayê Kurdistanê bang kir.

Xelkê piştî xutbeyê bi dirûşmên “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” û “Yek e, Gelê Kurd Yek e” Şêx Murşid Xeznewî pêşwazî kir.

Şêx Murşid gotibû ku ew dê here Qamişloyê û ji bo yekkirina aliyên siyasî hewl bide.

“Divê Kurd yekrêziya xwe ava bikin”

Şêx Murşid di axaftina xwe ya li Qamişloyê de jî peyama yekîtiyê da û got:

“Divê Kurd yekrêziya xwe ava bikin û sûdê ji vê derfetê wergirin.

Mijara herî girîng ew e ku Kurd bi yek şandeyê biçin Şamê da ku karibin destkeftên gelê xwe biparêzin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 199 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:55:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x