Berbijêrên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn

Berbijêrên DEM Partiyê yên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di encama pêşhilbijartinan de bûn Serra Bucak û Dogan Hatun.

24.01.2024, Çar - 08:41

Berbijêrên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
Nuçe Belav bike

Gera duyem a pêşhilbijartinên diyarkirina berbijêrên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê bi dawî bû.

Di gera yekem a pêşhilbijartinan de ji bo hevserokatiya jin Serra Bucak hatibû hilbijartin. Di gera duyem a pêşhilbijartinan de jî ji bo hevserokê mêr Garip Kandemir û Dogan Hatun rikeberî kir.

Di encama gera duyem de Dogan Hatun ji dengên 6 hezar û 523 delegeyan 4 hezar û 294 deng wergirtin û bû berbijêrê hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Di gera yekem a ku di 13ê Kanûna Paşîna 2024an hatibû kirin Garip Kandemir bûbû yekemîn lê pêşhilbijartin hatibû betalkirin.

Roja 21ê Kanûna Paşîna 2024an gera yekem dubara hatibû kirin û ji ber ku kesekî ji sedî 50+1 dengan bi dest nexistibû roja 23yê Kanûna Paşîna 2024an gera duyem hatibû kirin.

Serra Bucak kî ye?

Ji navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye û keça siyasetmedarê Kurd Serhat Bucak û neviya Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye Fayiq Bucak e.

Ew li Amedê ji dayik bûye û piraniya jiyana xwe li Almanyayê derbas kiriye. Sala 2006an vegeriya Amedê û di navbera salên 2006-2011ê de Koordînatoriya Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Şaredariya Rezanê kir.

Sala 2014an bû Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û heta sala 2016an ku qeyûm hat danîn wekî Şêwirmenda Hevserokê Şaredariyê kar kir.

Ji sala 2022yan ve di rêveberiya Partiya Çep a Kesk a Amedê de ye. Zewicî ye û 2 zarokên wê hene.

Dogan Hatun kî ye?

Sala 1985an li navçeya Pasûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê beşa Endezyariya Madenê qedandiye.

Di navbera salên 2016-2023yan de Hevserokê Odeya Endezyarên Madenê bûye.

Di navbera salên 2018-2022yan de Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajarê Amedê ya Yekîtiya Odeyên Endezyarên Madenê ya Tirkiyeyê bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 328 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:07:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x