Pênc ciwanên Kurd li Lîbyayê hatin desteserkirin

Pênc ciwanên Kurd ên ku dixwest biçin Ewropayê li Lîbyayê hatin desteserkirin.

11.01.2024, Per - 08:20

Pênc ciwanên Kurd li Lîbyayê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Xortên ku temenên wan di navbera 16 û 20î de ne ji Koye, Şarezûr û Pîremegrûnê ne.

Yek ji wan xortên Kurd hatiye berdan lê yên din heta niha ji li Libyayê desteserkirî ne.

Navê xortê ku hatiye berdan Serheng Cengî ye. Serheng 18 salî ye û ji Koyeyê ye.

Li gorî ku Serheng dibêje, dema ew hatine girtin 41 kes di belemê de bûn ku pênc ji wan Kurd, heft ji wan xelkê Sûriyeyê yên mayî jî Bangladeşî û Afrîkayî bûn.

Serheng herwiha da zanîn, wan û qaçaxçiyan li hev kiriye ku wan derbasî Îtalyayê bikin lê li Lîbyayê hatine desteserkirin.

Serheng niha jî venegeriyaye welêt û li oteleke Trablûsê dimîne.

“Haya me ji tiştekî nebû”

Serhengê 18 salî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa serpêhatiya xwe ya rêya koçberiyê kir:

“Qaçaxçiyan hemû tişt amade kiribû. Em şeva 1ê Kanûna Pêşîna 2023yan bi balafirê ji Bexdayê çûn Misirê.

Em rojekê li we derê man, piştre derbasî Binxaziya Lîbyayê bûn û ji wê derê ji bi otomobîlê çûn Ziwareyê.

Em 25 rojan li Ziwareyê li xaniyekî nêzîkî peravên Lîbya û Îtalyayê man .

10 rojan înterneta me nebû û haya me ji tiştekî nebû. Kesekî rûnixûmandî ji me re xwarin dianî.

Em roja sersalê bi rê ketin, belem hinekî ji peravê dûr bû. Me xwe bi meşê gihandiyê, cilên me şilopilo bûn.

Dema em li belemê siwar bûn hîn dinya tarî bû lê belemeke polîsan nêzîkî me bû û em rawestandin. Piştre jî em desteser kirin.

Di nav hevalên xwe de min tenê piçekî bi Erebî zanibû. Dema polîsan fêm kir ku em Îraqê ne wan rêz li me girt.

Wan ez û yekî Sûriyeyî berdan, em derbasî Trablûsê bûn.”

Serheng herwiha got, qaçaxiyê ku berê wan daye vê rêyê xelkê Dûkanê ye lê li Tirkiyeyê dijî û piştî ku hatine desteserkirin qet pêwendî bi wan re nedaniye.

Li aliyê din, agahiyên xortên Kurd ên ku li Lîbyayê hatine desteserkirin bi vî rengî ne:

- Mûsa Asî Sadiq, 20 salî ye, ji Şarezûrê ye

- Danyar Eta Kerîm, 16 salî ye, ji Pîremegrûnê ye

- Erkan Qadir Pîrot, 20 salî ye, ji Pîremegrûnê ye

- Karox Azad Xelîl, temen û cihê jidayîkbûna wî hîn nehatine zelalkirin

Ji ber nebûna kar berê xwe daye rêyên koçê

Qadir Hacî Pîrotê bavê Erkan bi rêya ajansa Rûdawê bangî rayedaran kir ku xwe bigihînin hawara wan û ji bo ew xort bên berdan hewl bidin.

Qadir Hacî Pîrot herwiha anî zimên ku kurê wan ji ber nebûna kar mecbûrî koçê bûye û wan û qaçaxçiyan bi 13 hezar dolaran li hev kiriye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:47:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x