3 kolber di êrişa pasdaran de birîndar bûn

Hta ragihandin ku li devera Newsûd ya Kirmaşanê di êrişa pasdarên Îranê de 3 kolber birîndar bûn.

29 Avrêl 2022 - 06:09
29 Avrêl 2022 - 06:09
 0
3 kolber di êrişa pasdaran de birîndar bûn

li gorî ragihandina Malpera mafên mirov ya Hengaw'ê, îro danê sibê li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşanê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de 3 kolber birîndar bûn.

Kolberên ku birîndar bûne, ev in:

Hebîb Mihemed xelkê bajarokê Riwanser, Emîn Weysî û Namdar Ehmedî xelkê bajarokê Ciwanro.

Ev nûçe bi tevahî 1084 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:17:11