Erzirom: Dadgehê dûrxistina endamên HDPyê betal kir

Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Erziromê biryara jikardûrxistina endamên HDPyê ya ji meclisa şaredariyê betal kir.

22 Tîrmeh 2025 - 10:52
22 Tîrmeh 2025 - 10:52
 0
Erzirom: Dadgehê dûrxistina endamên HDPyê betal kir

Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Erziromê biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ya jikardûrxistina endamên HDPyî yên Meclisa Şaredariya Tetwanê neqanûnî dît û betal kir.

Piştî hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2019an, derbarê 9 endamên Meclisa Şaredariya Tetwanê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tawana "endamtiya PKK/KCKyê" lêpirsîn hatibû kirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê jî bi hinceta vê lêpirsînê ew 9 endam ji kar dûr xistibûn.

Piraniya kursiyên meclisê ketibûn destê AK Partiyê

Bi dûrxistina endamên HDPyê re piraniya kursiyên meclisê ketibûn destê AK Partiyê.

Li ser vê yekê, Endamê Meclisa Şaredariyê Ahmet Sagniç ji bo betalkirina biryarê serî li dadgehê da.

Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Erziromê diyar kir ku ji ber ku "kiryarên ku endamên meclisê pê tên tawanbarkirin, bi erkên wan re ne pêwendîdar e" biryara jikardûrxistinê neqanûnî ye.

“Biryara jikardûrxistinê ne li gorî hiqûqê ye”

Di biryara dadgehê de wiha hat gotin:

"Ji bo ku berpirsên birêvebiriyên herêmî yên hatine hilbijartin ji kar werin dûrxistin, divê lêpirsîna li ser wan bi karên wan ve girêdayî be.

Ji ber ku pêwendiya sedema jikardûrxistinê û lêpirsînê bi hev re nîne, biryara jikardûrxistinê ne li gorî hiqûqê ye."

Dadgehê di biryara xwe de amaje bi xala 127an a Destûra Bingehîn jî kir û diyar kir ku nabe endamên rêveberiyên xwecihî yên hatine hilbijartin bi awayekî kêfî ji kar bên dûrxistin.

Ev biryar dibe ku ji bo betalkirina biryarên tayînkirina qeyûman jî bibe mînakek.

 

Ev nûçe bi tevahî 20 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:13:29