PSK: Tenê bi çekdanînê pirsa Kurd çareser nabe

Partiya Sosyalîsta Kurdistan doh 21ê Tîrmehê bi daxuyaniyek nivîskî ji raya giştî re ragihand ku tenê bi çekdanînê pirsa kurd çareser nabe. PSK dibêje çareseriya pirsa kurd li ser bingehê wekheviyê pêkan e.

22 Tîrmeh 2025 - 10:46
22 Tîrmeh 2025 - 10:46
 0
PSK: Tenê bi çekdanînê pirsa Kurd çareser nabe

Partiya Sosyalîsta Kurdistan bal kişand ser çekdanîna PKKê û çareseriya pirsa kurd. Di vê çarçoveyê de PSKê Komîteya Rêveberiya Navendî ya PSKê ragihand, çekdanîna PKKê gavek baş e lê tenê bi vê yekê pirsa kurd çareser nabe û di pirsa kurd li ser bingehên wekheviyê were çareserkirin. 

Piştgirî ji bo çekberdanê, lê pirs berfirehtir e

PSK di daxuyaniya xwe de diyar dike, şerê çekdarî zerarê dide têkoşîna rewa ya gelê Kurd û wek hincet ji bo êrîşkirina li ser destkeftiyên Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê tê bikaranîn. Ji ber vê yekê, partî piştgiriya xwe ji bo çekberdana PKKê û hemû hewldanên ku armanca wan rakirina tundûtûjiyê ji ser siyasetê ye, nîşan dide.
Lê belê, PSK helwesta rayedarên dewletê ya ku pirsa Kurd tenê bi çekberdana PKKê ve girê dide, red dike û dibêje: “Pirsa Kurd pirseke sed salî ye.”

Bangewaziya ji bo Çareseriyeke Destûrî û Federal

Li gorî daxuyaniyê, çareseriya rastîn di naskirina hebûna gelê Kurd û hemû mafên wî yên neteweyî de ye. PSK daxwazên xwe wiha rêz dike:

- Nasnameya gelê Kurd di Destûra Bingehîn de were misogerkirin.

- Zimanê Kurdî wek zimanê fermî û yê perwerdehiyê were qebûlkirin.

- Kurd li welatê xwe, Kurdistanê, bi awayekî azad xwe bi rê ve bibin.

- Çareserî di sîstemeke federal de ye.

Pêşniyar ji bo Komîsyona Parlamentoyê: Divê hemû alî tê de cih bigirin

PSK pêşniyar dike, komîsyona li parlamentoyê were avakirin, ne tenê li ser meseleya çekdanînê raweste, lê di heman demê de binesaziya qanûnî û destûrî ya ji bo naskirina mafên gelê Kurd jî amade bike. Partî bang dike ku ev komîsyon berfireh be û derî ji beşdariya hemû partiyên siyasî (yên Kurd jî di nav de), rêxistinên civaka sivîl û beşên din ên civakê re vekirî be.

Nêrîna PSK'ê li ser rewşa parçeyên din ên Kurdistanê

PSK di daxuyaniya xwe de li ser rewşa parçeyên din ên Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî radiweste:

Rojavayê Kurdistanê: PSK piştgiriya xwe ji bo hewldanên yekîtî û hevkariya partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dubare dike. Herwiha daxuyaniyên rayedarên Amerîkî yên li dijî federalîzmê li Sûriyeyê şermezar dike û dibêje, “Divê çarenûsa gelên Sûriyeyê bi destê wan bi xwe were diyarkirin.”

Rojhilatê Kurdistanê: Êrîş û darvekirinên rejîma Îranê yên li dijî gelê Kurd û opozîsyonê bi tundî tên şermezarkirin.

Başûrê Kurdistanê: Dorpêça aborî û siyasî ya hikûmeta Bexdayê ya li ser Herêma Kurdistanê wek “helwesteke dijminane” tê binavkirin. Nedayîna mûçeyan wek “nemirovane û neexlaqî” tê dîtin û bang li hemû aliyên Kurdistanê tê kirin ku li dijî vê siyasetê helwesteke hevbeş nîşan bidin.

Cihê bêhêvîtiyê tune

Di dawiya daxuyaniyê de, PSK bang li hemû hêzên demokratîk dike ku ji bo avakirina hawîrdoreke demokratîk û civakeke mirovî û dadperwer bi hev re têbikoşin. Daxuyanî bi peyameke hêvîdar bi dawî dibe: “Bi tevî hemû êrîş, astengî û zehmetiyan, bê guman gelê me dê bi ser bikeve. Jiyaneke azad û bi rûmet li welatê me mafê herî rewa yê gelê Kurd e. Cihê bêhêvîtiyê tune. Em ê bi têkoşîna hevbeş ser bikevin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 19 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:09:40