Trump gef li Îranê xwar: Eger pêwîst bike em dê dîsa êriş bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan tesîsên nukleer ên Îranê di êrişên asmanî de têk birine û got, “Eger pêwîst bike em dê dîsa bikin.”

22 Tîrmeh 2025 - 10:54
22 Tîrmeh 2025 - 10:54
 0
Trump gef li Îranê xwar: Eger pêwîst bike em dê dîsa êriş bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump di parvekirineke xwe ya li ser hesabê xwe yê Truth Socialê de bersiv da daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ku ji Fox Newsê re li ser êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê axivîbû.

Trump anî ziman ku Eraqçî li ser tesîsên nûkleer ên Îranê gotiye, “Zerer gelekî mezin e, tesîs hatine têkbirîn” û wiha domand:

“Bê guman wisa ye, tam wekî ku min gotiye û eger pêwîst bike em dê dîsa bikin.”

Çi bûbû?

Îsraîlê, dema ku pêvajoya dan û standinên nûkleer ên di navbera Îran û Amerîkayê de berdewam dikir, 13ê Hezîranê li bajarên cuda yên Îranê dest bi êrişên li ser tesîsên nûkleer û leşkerî kiribû.

Amerîkayê jî 22yê Hezîranê êrişî tesîsên nukleer ên Îranê yên Natanz, Fordo û Îsfehanê kiribû.

Donald Trump êriş wekî “serkeftineke mezin” bi nav kiribû lê di rapora destpêkê ya nirxandina de hatibû îdiakirin ku êrişan programa nûkleer a Îranê “têk nebiriye” û tenê “çend mehan bi paş xistiye”.

Birêvebiriya Trump bertekeke tund nîşanî nûçeyên medyaya Amerîkayê da û FBI û Pentagonê ragihand ku wan dest bi lêpirsînê kiriye.

 

Ev nûçe bi tevahî 14 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:06:33