Şoriş Îsmaîl: Hêza Pêşmergeyan di rewşeke dijwar a darayî de ye

Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl li Bexdayê bi berpirsên payebilind ên Îraq û Amerîkayê re civiya.

22 Tîrmeh 2025 - 10:50
22 Tîrmeh 2025 - 10:50
 0
Şoriş Îsmaîl: Hêza Pêşmergeyan di rewşeke dijwar a darayî de ye

Şoriş Îsmaîl ragihand ku karmendên Herêma Kurdistanê, bi taybetî Hêza Pêşmergeyan, "di rewşeke darayî ya gelekî dijwar de ne."

Wezîrê Pêşmergeyan li ser dîplomasiya xwe ya li Bexdayê ji Rûdawê re axivî û got, "Min li gel berpirsên payebilind ên Îraqê gelek civîn pêk anîn.

Di hemû hevdîtinan de, heger ji bo karên leşkerî jî bûbe, pirsa meaş yek ji mijarên sereke yên gotûbêjên min bû."

"Pirsa meaş mijara sereke bû"

Ziyareta Wezîrê Pêşmergeyan ya Bexdayê bi hevdîtina li gel Serokkomarê Îraqê Dr. Letîf Reşîd a li Koşka Komarî dest pê kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan, di civînê de pêşhatên ewlehiyê, pêwendiyên Pêşmergeyan û artêşa Îraqê pirsa meaşên karmend û Hêza Pêşmergeyan hatin gotûbêjkirin.

Şoreş Îsmaîl li ser pirsa meaşan got, “Karmendên Herêma Kurdistanê, bi taybetî Hêza Pêşmergeyan, di rewşeke dijwar a darayî de ne.

Bi îradeyeke bilind a Kurdistanî û bi xweragirî, ew erkê parastina aramî û asayîşê didomînin.

Em hêvîdar in ku di demeke nêzîk de peymana di navbera Hikûmeta Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de were bicihkirin û meaşên karmend û Pêşmergeyan bi lez bên şandin."

Serokkomarê Îraqê jî piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya çaksazî û yekkirina Hêza Pêşmergeyan dubare kir.

Wî her wiha tekezî li ser girîngiya hevahengiya di navbera Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de kir.

Wezîrê Pêşmerge tevlî merasîma guhertina fermandariya Koalîsyonê bû

Wezîrê Pêşmergeyan li ser vexwendina fermî ya Fermandarê CENTCOMê General Michael Kurilla, beşdarî merasîma guhertina fermandariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) bû.

Şoreş Îsmaîl pesnê rola General Leahy, fermandarê berê yê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê da û got, "General Leahy, bi dilsozî piştevan û alîkarê berdewam ê Wezareta Pêşmergeyan bû."

Wî pîrozbahî li Amîd Kevin G. Lambert kir ku wekî fermandarê nû dest bi kar kir û hêvî xwest ku "pêwendî û hevahengiya di navbera Hêza Pêşmergeyan û hêzên Amerîkayê de zêdetir bi pêş bikeve, bi taybetî di berdewamiya pêvajoya çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmerge de."

Wezîrê Pêşmergeyan WezaNûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê jî ziyaret kir û derbarê mekanîzmaya lihevkirina Hewlêr û Bexdayê, pirsa meaş û rewşa ewlehiyê ya herêmê de gotûbêj pêk anîn.

 

Ev nûçe bi tevahî 25 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:01:29