Bombeyekî çandî di otomobîla Fermandarekî Komandoyên YNKê de teqiya

Li gor zanyariyên ku dest ketine, îro 19.10.2022yê li gundê Newcul a ser bi îdareya Germiyan, bombeyekî çandî di otomobîla Berpirsê Komandoyên YNKê Akam Omer de teqiya û Akam Omer û 5 efserên hêzên Komando birîndar bûn û li nexwaşxaneyê yek ji zêrevanên wî ango pasevanê wî jiyana xwe ji dest da.

19 Cotmeh 2022 - 07:41
19 Cotmeh 2022 - 07:41
 0
Bombeyekî çandî di otomobîla Fermandarekî Komandoyên YNKê de teqiya

hat ragihandin ku Fermandarê Hêza Komando ya Kurdistanê Akam Omer û hejmarek endamên din ên wê hêzê di dema operasyonekê de li sînorê qezaya Kelarê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve birîndar bûne.

Operasyon şeva bihorî li sînorê qezaya Kelarê hatiye pêkanîn û di operasyonê de Fermandarê Hêza Komando ya Kurdistanê Akam Omer û hejmarek endamên din ên wê hêzê birîndar bûne.

Li gor agahiyan, “Akam Omer niha li Nexweşxaneya Farûq a Silêmaniyê di bin çavdêriya pizîşkan de ye û tê dermankirin.”

Ev nûçe bi tevahî 736 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:38:17