Çavuşoglu dema hevdîtina duyem a bi Sûriyê re eşkere kir

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku hevdîtina duyem a bi Sûriyê re dibe ku di nîvê duyem yê Çileya 2023an de bê kirin û got, “Dibe ku ew hevdîtin li Moskow an jî li welatekî din ê sêyem bê kirin.

31 Berfanbar 2022 - 15:03
31 Berfanbar 2022 - 15:03
 0
Çavuşoglu dema hevdîtina duyem a bi Sûriyê re eşkere kir

Mevlut Çavuşoglu îro roja Şemiyê 31ê Berfanbara 2022yan derbarê hevdîtina duyem a ligel Sûriyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Çavuşoglu derbarê hevdîtina duyem a di navbera Enqere û Şamê de ragihand, dibe ku hevdîtin di nîvê duyem yê Çileya 2023an de li Moskow an jî li welatekî din ê sêyem were kirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kir: “Em destpêkê di warê teknîkî de piştre jî di warê leşkerî de civiyan. Niha jî em ê di asta siyasî de bicivin. Em ê xebatên wê yekê bikin ku ev hevdîtin dê di demên pêş de di astên bilindtir de bên kirin an na.”

Derbarê hebûna leşkerên Tirkiyê di nav axa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de jî Çavuşoglu got: “Ji bo derketina leşkerên me divê di proseya siyasî de pêngav bên avêtin. Eger valahiyek hebe divê rêxistinên terorî wê valahiyê tije nekin.”

Şandên Sûriye û Tirkiyê bi pêşengiya Wezîrên Berevaniyê yên her du welatan piştî 11 salan ji têkçûna pêwendiyên di navbera Enqere û Şamê de 28ê Berfanbara 2022an li Moskowa paytexta Rûsyayê civiyabûn.

Ev nûçe bi tevahî 1079 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:00:26