Çekdarên Opozîsyonê li Serêkaniyê û Tiltemirê şerê hevdu dikin

Liser dabeşkirina mulk û malên xelkê, li Serêkaniyê û Tiltemirê şer di navbeyna komên Opozisyona Sûriyê de derket.

13 Tebax 2020 - 05:15
13 Tebax 2020 - 05:15
 0
Çekdarên Opozîsyonê li Serêkaniyê û Tiltemirê şerê hevdu dikin

Liser dabeşkirina mulk û malên xelkê, li Serêkaniyê û Tiltemirê şer di navbeyna komên Opozisyona Sûriyê de derket.

Liser dabeşkirina mulk û malên xelkê, li Serêkaniyê û Tiltemirê şer di navbeyna komên Opozisyona Sûriyê de derket.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovî belav kiriye, li gundên Şlah, Zyabye û Rîhaniye yên di navbeyna Tiltemir û Serêkaniyê de, şer di navbeyna komên bi ser Sultan Mûrad û Ehrar elŞerqiye de derket. Di encam de, hejmarek çekdar ji her dû aliyan, brîndar bûn e.

Ligor Rewangehê şerê di navbeyna her dû aliyan de li ser mal û milkên xelkê koçber bû, û ew yek bû sedem, hejmarek ji çekdaran li her dû gundan, xwe vekêşin.

Berî niha Rewangehê belavkiribû, çekdarên Opozisyona Sûriyê dest bi talankirina malên Kurdan li Serêkaniyê û gundên ser bi Tiltemirê ve kirin e. Herweha li gundê Ûm 'Şibe yê ser bi Tiltemirê ve xaniyên welatiyan şewitandin e.

Ev nûçe bi tevahî 963 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:06:03