Civîna duyem a komîsyonê: Yerlîkaya, Guler û Kalin jî dê beşdar bibin
Civîna yekem a Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê piştî 8 demjimêran bi dawî bû û biryar hate dayîn ku civîna dûyem roja Înê bê kirin.

Biryar e di wê civînê de wezîrên parastin û karên navxwe û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê jî amade bibin.
"Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, roja Sêşemê civîna xwe ya yekem a dîrokî saz kir.
Civîna ku 8 demjimêran berdwam kir, bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş bi rê ve çû û tê de nav û rêbazên xebatê yên komîsyonê hatin diyarkirin.
“Civîna duyem a komîsyonê roja înê ye”
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve hatiye belavkirin, reşnivîsa derbarê rê û rêbazên xebata komîsyonê de bi yekdengiya endamên komîsyonê hatiye qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku komîsyon dê civîna xwe ya duyem 8ê Tebaxê demjimêr 14:00an li Salona Merasîmê ya Parlamentoyê saz bike.
"Wezîrên Parastin û Karên Navxwe û Serokê MÎTê beşdarî civîna duyem dibin"
Li gorî daxuyaniya ji bo civîna roja Înê, Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin hatine vexwendin da ku derbarê xebatên saziyên xwe û geşedanên dawî de zanyariyan bidin komîsyonê.
Di daxuyaniya Serokatiya Parlamentoyê de tê tekezkirin ku agahdarkirinên derbarê xebatên komîsyonê de dê tenê ji aliyê wan ve bên kirin.
“Parlamento hilgirê aştiya civakî ye”
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş jî piştî civînê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û derbarê civînê û pêvajoya çareseriyê de çend nirxandin kirin.
Kurtulmuş ragihand ku ew ji destpêkirina civîna yekem a komîsyonê bi beşdariyeke xurt gelekî kêfxweş e û got:
"Komîsyona îro civiya, îradeyeke ku bi bîr dixe Parlamento li gel ku dengê gel e, di heman demê de hilgirê aştiya civakî, temînata biratiyê û navnîşana rewa ya çareseriyê ye."
Numan Kurtulmuş spasiya aliyan kir
Numan Kurtulmuş, spasiya hemû aliyên siyasî kir ku ked daye ji bo pêvajo bi baldarî bigihe vê qonaxê û got:
"Di serî de Serokkomarê me birêz Recep Tayyip Erdogan, ez spasiya Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari, Rêveberiya Koma Partiya Yeni Yolê û nûnerên partiyên siyasî yên li Parlamentoyê dikim."
"Em di qonaxeke dîrokî de ne"
Serokê Parlamentoyê destnîşan kir ku di dîroka miletan de hinek dem hene ne tenê wê rojê, lê bandorê li pêşeroja miletan dikin û got:
“Îro jî rojeke wiha ye. Em di werçerxaneke dîrokî de ne. Pêwîst e em vê derfetê bi awayê herî baş bikar bînin.
Ji bo em ji belaya terorê ya ku nîv sedsal e bûye bela serê miletê me xilas bibin, çawa ku miletê me di demên herî dijwar de bi yekîtî û hevgirtinê tevgeriya, em dê îro jî bi heman bawerî, biryardarî û hevgirtinê vê pirsgirêkê çareser bikin."
Kurtulmuş tekez kir ku civîna yekem ne tenê destpêka xebatên komîsyonê ye lê di heman demê de destpêka geşbûna hêviyên milet ên ji bo pêşerojê ye.
"Biratiya Tirk û Kurd koda bingehîn a cografyaya me ye"
Numan Kurtulmuş behsa wan leşkeran kir ku di şerê artêşa Tirkiyeyê û PKKê de canê xwe ji dest dane û got:
"Em dibêjin, di her gaveke ku em di vî alî de biavêjin, em dê bi dilsozî bi emanetê wan ve girêdayî bimînin.
iratiya Tirk û Kurd, koda bingehîn a cografyaya me ye. Em neviyên wan kesan in ku li Çanakkaleyê mil bi mil şer kirine.
Hevçarenivîsî, ne tenê di qadên şer de, lê di xwêdana eniyê, êş û hêviyê de jî bi hev re meşîn e."
"Komîsyon dê wekî organeke şêwirê tevbigere"
Kurtulmuş diyar kir ku xebatên komîsyonê dê li ber çavê gel û di bin garantiya îradeya milet de bimeşin û got:
"Ev pêvajo, meseleyeke man û nemanê ye ku pêşeroja hevbeş a Tirk, Kurd û hemû welatiyên ji her beşê civakê eleqedar dike.
Ji ber vê yekê, komîsyona me dê wee organeke şêwrê ya mizakereyan tevbigere."
Serokê Parlamentoyê her wiha got, "Ez bawer dikim, komîsyona me dê vê mîsyona dîrokî ya ku di nav yekîtî û biratiya niştîmanî de tê meşandin, bi layiqî pêk bîne.
Nêta me zelal e, gotina me bi hêz e, asoya me vekirî ye, dema me bi bereket be, biratiya me her dem be. Baweriya me temam û Xwedê yar û alîkarê me be."
Nûvekirina herî dawî: 17:02:57