Daxwazên Tevgera Goran ji Nêçîrvan Barzanî!
Tevgera Goran di dema civîna li gel şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê de daxwaza biçûkkirina kabîneya hikûmetê û herwiha ji bo danûstandinên li gel Bexdayê jî daxwaza pêkanîna şandeke taybet kir.

Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî de, bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê Ebdulsetar Mecîd, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Mewlûd Bawemûrad, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û Şêwirmendê Serokwezîr Dilşad Şehab li Girê Zergete ya Silêmaniyê li gel Sekreterê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî, Sekreterê Civata Nîştîmanî Cemal Hacî Mihemed û berpirsên din civiya.
Li Silêmaniyê piştî civînê li gorî ragihandina Peyamnêrê Rûdawê : “Tevgera Goran balkişandiye ser hilweşandina hikûmetê û daxwaza biçûkkirina kabîneya hikûmetê jî kiriye.”
Peyamnêrê her wiha daye zanîn ku; “Tevgera Goran xwestiye vê carê şanda Kurdistanê ya diçe Bexdayê şandeke taybet be, şandeke nîştîmanî be, ne ku hizbî.”
Şanda hikûmetê piştî hevdîtina li gel berpirsên Tevgera Goran, çûne Badaşanê û biryare li gel Endama Polîtbûroya YNK'ê Hêro Îbrahîm Ehmed jî bicivin.
Peyamnêr her wiha dibêje ku şanda hikûmetê dixwaze li gel aliyên din jî bicive û ji bo diyarkirina dema hilbijartinan komdengiyekê pêk bîne.
Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze şanda ku diçe Bexdayê şandeke nîştîmanî be û li ser vê yekê jî raya hemû aliyan were wergirtin.
Nûvekirina herî dawî: 07:05:24