Di roja 10emîn a erdhejê de jinek piştî 222 saetan hat rizgarkirin

Li Taxa Onîkîşubat Mereşa Bakurê Kurdistanê 222 saet piştî erdhejê jineke 42 salî bi navê Melike Îmamoglu bi saxî ji bin kavilan hat derxistin.

15 Sibat 2023 - 08:59
15 Sibat 2023 - 08:59
 0
Di roja 10emîn a erdhejê de jinek piştî 222 saetan hat rizgarkirin

Di erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 7,6 ên ku bandor li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kirin de, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.

Tîma lêgerîn û rizgarkirinê ya ku ji Bûrsa çûye, tesbît kirin ku kesek di binê kavilê avahiya Ozdemirlerê ya li taxa Hayrullahê de, sax e.

Ekîban di encama xebatê de Melike Îmamogluya 42 salî, 222 saet piştî erdhejê, ji bin xirebayan bi saxî derxistin.

Piştî midaxeleya destpêkê Îmamoglu radestî ekîbên tenduristiyê kirin.

Ev nûçe bi tevahî 584 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:15:10