Efrîn.. Kesekî sivîl di êrîşeke mûşekî de hate kuştin

Di encama êrîşeke mûşekî li ser komelgeheke Efrînê de, kesekî sivîl hate kuştin û 2 kesên din birîndar bûn.

25 Tîrmeh 2022 - 03:54
25 Tîrmeh 2022 - 03:54
 0  764
Efrîn.. Kesekî sivîl di êrîşeke mûşekî de hate kuştin

Rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûrî belav kir, komelgeha “Kuwêt Rehme” a li Efrînê rastî êrîşeke mûşekî hat û di encamê de kesekî hate kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn û çend xanî hilweşiyan.

Li gor Berevaniya Sivîl a Sûrî, ew êrîş ji navçeyên bakurê Helebê yên di bin kontrola hêzên rêjîma Sûriyê û HSDê de ne, hatiye kirin.

Komelgeha ​​“Kuwêt Rehme” Di çarçoveya guhertina demografiya bajarê Efrînê de sala borî ji bo Erebên li Efrînê hatine bicihkirin hate vekirin û zêdetirî 380 malbatî tê de dijîn.

Ev êrîş di demekê de ye, Tirkiye gefa operasyonek nû li ser Til Rifat û Minbicê dixwe. Tirkiyê û komên çekdar jî hêzên zêdetir li nêzîkî wan her du bajaran kom kirine û ew hêz xistine rewşa amadehiyê.

Ev nûçe bi tevahî 764 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:56:42