Firokeyên Tirkiyê gundên Şehba û Minbicê topbaran kirin

Firokeyên Tirkiyê şevê din gundên Şehba û Minbicê bombebaran kirin û li gor agahiyan, di encama bombebarana gundekî Şehbayê de 2 leşkerên artêşa Sûriyê birîndar bûne.

21 Mijdar 2022 - 04:30
21 Mijdar 2022 - 04:30
 0
Firokeyên Tirkiyê gundên Şehba û Minbicê topbaran kirin

Li gor medyaya xwecihî, şevê din demjimêr 12:15 firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Bêlûniyê yê devera Şehbayê li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine û 2 leşkerên Sûriyê birîndar bûne.

Di heman demê de firokeyên Tirkiyê gundên Hoşeriyê û Cat ên li rojhilatê Minbicê jî bombebaran kirine.

Li gor agahiyan, di êrîşên li ser wan gundan de zirarên canî çênebûne.

Ji şeva 19 Mijdarê ve Tirkiyê li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê dest bi operasyoneke nû kiriye. Di nav 2 rojan de li Rojavayê Kurdistanê 29 kesan canê xwe ji dest dane.

Ev nûçe bi tevahî 627 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:30:33