HDP îro li Amedê mîtîngeke mezin saz dike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Amedê bi slogana "Li Dijî Şer, Çareseriya Demokratîk" mîtîngekê saz dike

22 Tîrmeh 2019 - 05:50
22 Tîrmeh 2019 - 05:50
 0  835
HDP îro li Amedê mîtîngeke mezin saz dike

Walîtiya Amedê mohlet daye HDP ku îro Duşemî 22ê Tîrmehê mîtînga xwe ya bi navê "Li Dijî Şer, Çareseriya Demokratîk" lidar bixe.

Mîtînga HDPê li Meydana Îstasyon a Amedê tê lidarxistin.

Rêxistina HDPê ya Amedê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê daye ku mîtînga îro seet 5ê êvarê destpê dike û biryar e bo dema 3 saetan berdewam be.

Hevseroka KCDê, Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temellî, Hevserokên ESP, HDK û hejmarek ji rêxistin û saziyên civaka sivîl beşdarî mîtînga HDPê dibin.

Di daxuyaniyê de, daxwaz ji xelkê Amedê hatiye kirin ku bi awayekî çalak beşdarî mîtînga îro bibin û peyama xwe ya aştiyê bighînin.

Ev nûçe bi tevahî 835 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:00:34