Heşda Şeibî perçe dibe: Baskekî çekdar veqetiya

Tuxaya Ebûl Fezl Ebbas di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku ew ji rêxistina Heşda Şeibî veqetiyane.

11 Berfanbar 2017 - 02:03
11 Berfanbar 2017 - 02:03
 0
Heşda Şeibî perçe dibe: Baskekî çekdar veqetiya

Sekreterê Giştî yê Tuxaya Ebûl Fezl Ebbas Evs El Hafacî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku piştî şerê dijî DAIŞê hemû hêzên me yên nava Heşda Şeibî veqetiyan û tevlî Hêza Çekdar a Iraqê bûn.

Evs El Hafacî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Bi awayekî demkî min fermandariya hêzê kir û ji vir pê ve em ê bi dîrektîfa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tev bigerin. Em yekemîn grûbên ku îradeya xwe dixin holê û divê hemû hêzên çekdar di bin kontrola hikûmetê de bin."

Li gorî îdîaya hinek malperên çapemenî yê iraqî, sedema ku Tuxaya Ebûl Fezl Ebbas ji Heşda Şeibî veqetiyeye aborî ye û ji bo ku nikare mûçeyê çekdarên xwe bide beşdarî hêzên hikûmetê bûye. Tuxaya Ebûl Fezl Ebbas di sala 2012an de ji aliyê Evs El Hafacî ve hatibû damezrandin.

Ev nûçe bi tevahî 1135 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:24:55